Banga Heq, yekemîn rojnameya şoreşa nû ya Kurd

kurdistani 02:50 PM - 2015-03-28
 Banga Heq, yekemîn rojnameya şoreşa nû ya Kurd

Banga Heq, yekemîn rojnameya şoreşa nû ya Kurd

Bangî Heq, wek yekemîn rojnameya şoreşa nû ya Kurdî di şikefta Casene de derket.

Rojnameya Bangî Heq 29 salên beriya niha, di serdema şoreşa nemir Şêx Mehmûdê Melîk, li navçeya Dukanê, di şikefta Casene de, hat amade kirin û saz kirin û bo yekemîn car derket û di nava gel de hat weşandin.

Li navçeya Dokanê, ji bilî ku çiqas cihên geştyariyê tê de hene jî, gelek dewlemende bi cihên dêrîn û cihên gelek girîng ku yekek ji wan şikeftan, şikefta Casene ye ku cih û wargeha Melîkê Kurdistanê Şêx Mehmûd bû û dim rojeke wek îro de,28-3-1923 yekemîn rojnameya

Kurdî di serdema şoreşa Şêx Mehmûd Melîk de, di wê şikeftê de hat çapkirin û weşandin.

Di wê barê de, şehrezayekî di karûbarê dîrokê de Umêd Mela Tahir ji PUKmedia`yê re ragihand; Ew şikefta Casene yê dîrokî, dîrokeke xwe ya pir cuda heye ku di serwerê şoreşên Kurdî de cihê xwe digre, ji ber ku cihê wê şikeftê gelek zehmet û dijwar bû.

Umêd di berdewamiya axiftina xwe de wiha dibêje; Derxistina yekemîn rojnameya Kurdî di şikefta Casene de, ku bi navê Bangî Heq derketiye, bandoreke xwe mezin li ser xelkê Kurd kiriye û hemû babetên wê rojnameyê, di xizmeta hişyarîkirina gelê Kurd bû.

Foto; Tirîfe Hesen

PUKmedia-Şalaw Ehmed-Dukan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket