Pêşmerge bi tundî bersiv dan siyem êrişa terorîtan ser bi Şengalê ve

kurdistani 11:32 AM - 2015-03-24
Pêşmerge bi tundî bersiv dan siyem êrişa terorîstan ser bi Şengalê ve

Pêşmerge bi tundî bersiv dan siyem êrişa terorîstan ser bi Şengalê ve

Îro sêşemê çavkaniyekê  ji parêzgeha Nînewa da xuya kirin ku hêzên pêşmerge bi tundî bersiv dan siyeman êrişa terorîstên DAIŞ bi ser Şengalê ve ku ev di heyama demeke kurt de encam dide û çikandin.

Çavkaniya ku nexwest navê bête eşkere kirin ji PUKmedia yê re ragihand: Çeteyên DAIŞ ev sê carin ser hev êriş dike ser bi hêzên pêşmerge li Şengalê lê hêzên Pêşmerge her care bi tundî bersiv dan êrişa çeteyan, bi mêrxasî  êrişa terorîstan  têkşikandin û ziyaneke mezin gihandin çeteyên DAIŞ.

Çavkaniyê da xuya kirin ku çeteyên DAIŞ di êrişan de bombeyên dest û çekên giran bi kar anîn û li gorî zanyariyên bi dest ketine di encama her sê êrişan de bêtirî 20 çeteyên DAIŞ hatine kuştin bi tenê di êrişa siyem de 5 çete hatine kuştin, her wiha hate ragihandin ku bi dehan ji çeteyên birîndar berve nexweşxaneya komarê ya Mûsilê ve hatine bi rêkirin, û ji ber vê yekêjî ji bo dermankirina birîndaran,  fişar li ser pizîşkan û karmendên tendirustiyê tê kirin.

Diwana El-Hisbê li Mûsilê dest bi fişarên bi ser jinê de kir

Heman çavkaniyê da xuya kirin ku  ev çend rojên li bajarê Mûsilê cureyek nû ji otombêlan li Mûsilê digerin û tê gotin ev otombêl ji bajarê Reqa ya Sûriyê anîne Mûsilê û bi teybet ji bo Dîwana El-Ehisbê anîne, Dîwana El-Hisbê bi teyebt ji jinên di nav rêxistina terorê DAIŞ de cih digrin hatî saz kirin û jiyana jinê li deverên di bin deshilatdariya  DAIŞ de ne kontirol dike bi teybet cil û bergên jinê.

Heman çav kaniyê da xuya kirin ku li Mûsilê  bêtirî jinên di Dîwana El-Hisbê de jinên biyanî ne, ji Rojhilatî Asya û Ewropa hatine û bi zimanê Erebî nizanin.

PUKmedia / Mûsil 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket