DAIŞ minareya dêrîn a Şengalê teqand

kurdistani 12:13 PM - 2015-03-22
DAIŞ minareya dêrîn a Şengalê teqand

DAIŞ minareya dêrîn a Şengalê teqand

Îro 22/3/2015 danê sibehê terorîstên DAIŞ minareya dêrîn ku dikeve navenda qeza Şengalê teqandiye, fermandarê serbazî ên li Şengalê jî amaje bi tevgera DAIŞ`ê li navçeyê dikin.

Cîgirê fermandarê lîwaya 4 a piyade ya hêzên pêşmerge emîd Ebdulrehman Mihemed ji PUKmedia`yê re ragihand: Îro danê sibehê terorîstên DAIŞ`ê minareya dêrîn a qeza Şengalê a li navenda bajêr teqandine û niha jî avahiyên bilind bomberêj dikin.

Emîd Ebdulrehman got: Duh jî 2 avahiyên bilind li nava qezayê teqandin û terorîstên DAIŞ dixwazin hemû avahî û bînayên bilind biteqînin.

Fermandarê lîwaya 4 a hêzên pêşmerge ew jî diyar kir ku şeva borî di demjimêr 9:00`an de terorîstên DAIŞ bi doçka û hawanan û çekên giran teqe li çeperên pêşmerge kirine lê belê çi ziyan çê nebûne.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket