Nameya Serok Mam Celal li Newroza Qendîlê hate xwendin

kurdistani 09:57 AM - 2015-03-22
Nameya Serok Mam Celal li Newroza Qendîlê hate xwendin

Nameya Serok Mam Celal li Newroza Qendîlê hate xwendin

Li ahenga newroza berxwedanê ya ku li çiyayên Qendîlê duh 21/3/2015 birêve çû de, endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Se`dî Ehmed Pîre, peyama pîrozbahiya serok Mam Celal arasteyî rêberê PKK Abdulah Ocalan û tevahiya gelê Kurdistanê kir.

Endamê polîtburoya YNK`ê Se`dî Ehmed Pîre ragihand: Şervanan û pêşmerge li Kobanê dersekî weha dane dijminê gelê me ku qet jibîra wan neçe, li Kerkûkê qudsa Kurdistanê jî hêzên pêşmerge û gerîla serkeftinên mezin tomar kirin ku dijminan çaverê nedikir.

Pîre got: Ji Kobanê ta Kobaşî gelê Kurd şehîd dane, bin kevirek û qontara çiyayekî nemaye ku zarokekî me teêde şehîd nebûbê , tişta ku me hemûyan kêfxweş dike ewe ye ku cara yekemîne li çeperên xebatê û berevaniyê ji Kobanê û ta Kobaşî pêkve li jêr ala Kurdistanê şerê dijminê gelê Kurd tê kirin eve nîşaneya yekgirtina me ye û serkeftina me li ser dijmin misogere û di pêşerojeke nêzîk de emê bibînin.

Endamê mekteba siyasiya YNK got: Niha Kurdistanê di pêvajoyek giring de derbas dibe ew jî pêvajoya aştiyêye û ji ber şerê DAIŞ`ê nebûya niha demek bû dê kongireya netewî hatibû kirinê kû ewê bûba bîngeha dirustbûna gotarekî Kurd bo hemû cîhanê.

Li dawiya axaftina xwe de jî Se`dî Ehmed Pîre got: Daxwaza me hemûyan û Kurdistaniyan azadkirina serok APO ye û hêviya me ewe ku her çi zûye Abdulah Ocalan bête azad kirinê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket