Serok Mam Celal pêşwazî li şaneke Partiya Demokrata Kurdistanê kir

kurdistani 03:59 PM - 2015-03-14
Serok Mam Celal pêşwazî li şaneke Partiya Demokrata Kurdistanê kir

Serok Mam Celal pêşwazî li şaneke Partiya Demokrata Kurdistanê kir

Serok Mam Celal îro şemiyê 14 / 3 / 2015`e li bajarê Silêmaniyê pêşwazî li şandeke paya bilind a Partiya Demokrata Kurdistanê kir.

Şanda Partiyia Demokrata Kurdistanê bi serpereştiya sekreterê polîtburoya PDK`ê Fadil Mîranî bû û ji her yek ji endamên polîtburoya PDK`ê Azad Berwarî û Mehmûd Mihemed û endamê yedek a polîtburoya PDK`ê Remzî Şaiban pêk dihat.

Her wiha her yek ji berpirsê desteya kargêr ê polîtburoya YNK`ê Mela Bextiyar, endamê desteya kargêr Omer Fetah û endamên polîtburoya YNK`ê Xato Hêro Îbrahîm Ehmed û Rifat Ebdulla di hevdîtinê de amadebûn.

Di hevdîtinê de Sekreterê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê Fadil Mîranî di serî de da xuya kirin ku serdan bi navê polîtburoya PDK`ê tê kirin û dilxweşiya xwe bi başûna rewşa tendirustiya serok Mam Celal anî ziman, her wiha rola serok Mam Celal di avakirina yekrêzî û yekhelwestiya siyasî de çi li ser asta Kurdistanê be yan Êraqê be berz nirxand.

Di hevdîtinê de aliyan amaje bi girîngiya çespandina yekîtiyê di navbera gel û hêzên siyasî de kirin ku YNK`ê û PDK`ê yek jê ne û bi teybet di nav helûmercên heyî de û li gorî ku ev yek di xizmet û berjewendiya hemû aliyan de be.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket