Serok Mam Celal pêşwazî li Adil Ebdilmihdî û Cengîz Çandar kir
kurdistani 04:56 PM - 2015-03-12Serok Mam Celal pêzşwaî li Adil Ebdilmihdî û Cengîz Çandar kir
Serok Mam Celal îro pêncşemê 12 / 3 / 2015`e li bajarê Silêmaniyê pêşwazî li wezîrê petrolê ya hikûmeta federal a Êraqê Adil Ebdilmihdî û li her yek ji rojnamevan û ronakbîrê Tirkiyê Cengîz Çandar û rojnamevan Kamîran Qeredaxî kir.
Hevdîtina serok Mam Celal ligel wezîrê petrolê ya hikûmeta federal a Êraqê Adil Ebdilmihdî bi amadebûna nûnerê YNK`ê li Almanya Emîn Babe Şêx û balyozê Êraqê li Parîsê Ferîd Yasîn birêve çû, di hevdîtinê de Adil Ebdilmihdî di serê dî dilxweşiya xwe bi başûna rewşa tendirustiya Serok Mam Celal anî ziman û silvanên serokê encumena bilind a Îsalmî ya Êraqê û birêz Emar El-Hekîm û endamên encumena serkirdeyetiyê û rêhevalên encumê di hikûmeta Federal de aresteyî Serok Mam Celal kirin.
Di hevdîtinê de serok Mam Cela û Adil Ebdilmihdî rewşa navçeyê û pêşketinên dawî yên bi rewşa siyasî, leşkerî û ewlekariyê ve girêdayî ne çi li ser asta Êraq û Herêma Kurdistanê be, serkeftinên pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên dij terorê li başûrê Kerkûkê bi destxistine, serkeftinên artêşa federal û hêzên Heşdî Şabî li Tikrît û Enbar û deverên hatine rizgarkirine bi destxistine gotebêj kirin û nirxandin, bi mijarê ve girêdayî herdu aliyan tekez li ser yekrêziya di navbera hemû pêkhateyan de kirin û Dr. Adil Ebdilmihdî ji aliyê xwe ve bal kişand ser bi rola serok Mam Celal di avakirina bingeha jiyana aştiyane di navbera pêkhateyên Êraqê de.
Ebdilmihdî her wiha got: Hemû xelkê Êraqê bi tev hemû pêkhate û bîr û baweriyên xwe ve, rola serok Mam Celal a girîng, weku Rêberekî damezrîner ji Êraqa nû û Demokrat re li ser hîma rêkefin û aştiyê berz dinirxînin, bi teybet di van helûmercên heyî de, gelê Êraqê dema dibîna rewşa tendirustiya serok Mam Celal başe û li ser xwe ye dilxweş û berxtewer dibe.
Çandar..Kurdên Bakûrê Kurdistanê wê ti çarî rola serok Mam Celal ji bîr nekin
Serok Mam Celal her wiha îro pênçşemê pêşwazî li rojnamevan û ronakbîrê bi nav û deng Çengîz Çandar û birêveberê berê yê nivîsgeha seroketiya Komarê rojnamevan Kamîran Qeredaxî kir, her du mêvanan dilxweşiya xwe bi hevdîtina li serok Mam Celal û başbûna rewşa tendirustiya wî anîn ziman.
Di hevîdina de ku bi amadebûna nûnerê YNK`ê li Almanya Emîn Babe Şêx birêve çû, di çarçoveya pêşketinên ewlekariyê û siyasî yên rûdidin rewşa giştî ya navçeyê gotebêj kirin û nirxandin, rojnamevan Cengîz Çandar ji aliyê xwe ve bal kişand ser bi wê yekê ku prosa demokrasiyê li Tirkiyê berve pêşve gav davêje û rola serok Mam Celal ji bo prosa aşiyê serkeftî li Tirkiyê û Kurdistanê bi encam bibe di nêzkirina nirîna aliyan ji hev berz nirxand û tekez li ser wê yekê kir ku; Wê Kurdên Bakûrê Kurdistanê ti carî rola girîng a Serok Mam Celal ji bîr nekin û dê navê serok Mam Celal her dem di dil û wijdana wan de jiyan bike.
Candar her wiha bal kişand ser bi rola serok Mam Celal di birêvebirina Êraqê de û pêşxistina peywendiyên Êraqê ligel dewletên cîran, navçeyê û cîhanê ku yek jê peywendiyên ligel Tirkiyê ne, yên vedigerin serdema seroketiya serokkomarê berê yê Tirkiyê Turgut Ozal û piştre Serok Mam Celal pêşxistin û gihande qonaxeke pêş.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25