Caferî û Şahristanî serdana serok Mam Celal kirin

kurdistani 04:58 PM - 2015-03-11
Caferî û Şahristanî rola serok Mam Celal di çareserkirina qeyrana de berz nirxandin

Caferî û Şahristanî rola serok Mam Celal di çareserkirina qeyrana de berz nirxandin

Serok Mam Celal îro çarşemê 11 / 3 / 2015`e pêşwazî li her yek ji wezîrê karê derve yê Êraqê Îbrahîm Caferî û wezîrê xwendina bilind Hisên Şahristanî û şanda bi tev wan ve ye kir.

Di hevdîtinê de Caferê û Şahristanî di serî de pirsa rewşa tendirustiya serok Mam Celal kirin û dilxweşiya xwe bi başbûna rewşa tendirustiya serok Mam Celal anîn ziman.

Hevdîtin bi amadebûne her yek ji endamê desteya kargêr ê mekteba siyasî ya YNK`ê Omer Fetah, nûnerê YNK`ê li Almanya Emîn Baba Şêx û birêvebirê asayîşa Silêmaniyê Hesen Nûrî birêve çû, di hevdîtinê de aliyan çi li ser asta siyasî be yan ewlekariyê be rewşa Êraq û Kurdistanê gotebêj kirin û nirxandin.

Ji aliyê xwe ve her yek ji Caferî û Şahristanî rola serok Mam Celal di nexşeya siyasî ya Êraq û navçeyê de girîng nirxandin û bi teybet dema ku serokkomar bû û diyar kirin ku serok Mam Celal di çareserkirina kêşeyên di navbera aliyên siyasî de xwedî rolekî aktîv û bi bandor bû, her wiha tekez li ser wê yekê kirin ku serok Mam Celal ne bitenê li ser asta Êraqê lê ser asta hemû navçeyê xwedî roleke girîng bû di bi hêzkirina aramî û serqemgiriyê de, ji ber vê çendê her kes çi li nav welat be yan ji derve be, herdem hêvîdare ku rewşa tendirustiya serok Mam Celal başe be û li ser xwe be.

Serok Mam Celal her wiha îro pêşwazî li serokê dîwana seroketiya Herêma Kurdistanê Dr.Fuad Hisên jî kir.

Di hevdîtinê de Dr.Fuad Hisên dilxweşiya xwe bi hevdîtina ligel serok Mam Celal anî ziman û silavên serokê Herêma Kurdistanê serok Mesûd Barzanî aresteyî Serok Mam Celal kirin û tekez kir ku serok Barzanî ji ber başûne rewşa tendirustiya serok Mam Celal dilxweşe.

Di hevdîtinê de her yek ji serok Mam Celal û Dr.Fuad Hisên gorankariyên li ser qada ewlekariyên rû didin û serkeftinên hêzên Pêşmerge li dij terorîtên DAIŞ  li deverên başûrê Kerkûkê bi dest xistine û xelkê Kurdistanê dilniya kirin, gotebêj kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket