Prof. Vitaly: Rola Serok Mam Celal di avakirina Êraqa nû de berz nirxand

kurdistani 04:32 PM - 2015-03-10
Serok Mam Celal û Prof. Vitaly Nad Makên

Serok Mam Celal û Prof. Vitaly Nad Makên

Serok Mam Celal îro sêşemê 10 / 3 / 2015`e li bajarê Silêmaniyê pêşwazî li Serokê navenda rojhilatgerî û stratejî a Rûsî û serokê navenda lêkolînên stratejîk û endammê komîta ewlehiyê ya Rûsya Vitaly Nad Makên kir.

Di hevdîtinê de ji aliyê xwe ve di serî Prof. Vitaly dilxweşiya  xwe bi hevdîtina ligel serok Mam Celal û başbûna rewşa tendirustiya wî anî ziman.

Hevdîtin bi amadebûne her yek ji nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Moskova Aso Şêx Çengî, nûnerê YNK`ê li Almanya Emîn Baba Şêx birêve çû, di hevîdtinê de serok Mam Celal û Prof.Vitaly di astên cuda de rewşa Êraq û Kurdistanê gotebêj kirin û nirxandin û tekez li ser wê yekê kirin ku divê li hember ew metirsiyên rûbirû li hemberî navçeyê derdikevine bête derketin.

Prof.Vitaly bal kişand ser bi girîngiya rola serok Mam Celal di bi hêzênkirina peywendiyên di navbera Êraqê û Rûsya Federal de û got; Bo min rûmeteke mezine careke din we bibînim, hun xwedî roleke girîngbûn li navçeyê û pêşketinên li Herêma Kurdistanê encam dane, bi saya siyaseta we ya zaneencam dacbe, her wiha hun di avakirina Êraqa nû de xwedî roleke mezin bûn.

Prof.Vitaly wiha pê de çû: Serok Mam Celal yek ji serkide û sembolên girîngin ên navçeyê ne û pêdiviya navçeyên bi zanebûna we ya hêja heye, ya ku di çarerserkirina gelek qeyran de û li ser asta Herêma Kurdistanê û Êraqê de bi destxistina gelek destkeftiyan hun xwedî roleke mezin bûn, her wiha tekez li ser wê yekê kir ku ciheke teybet ya serok Mam Celal di nav girseya gel û siyasetmedarên Rûsyayê de heye.

Di dawî de Prof.Vitaly bi navê navenda Rojhilatgerî û stratejî ya Rûsî diyariyek pêşkêşî serok Mam Celal kir, diyariya navendê hejmarek ji wêneyên rojhilatgeriya Rûsyayê bûn ên ku vedigerin sedsalên Heyşde û Nûzdehemîn.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket