Dr.Berhem Salih: Şêre Jinên Kobanê û Şengal nasnameya gelekî zîndî ne

kurdistani 02:37 PM - 2015-03-08
Şêre Jinên Kobanê û Şengal nasnameya gelekî zîndiye

Şêre Jinên Kobanê û Şengal nasnameya gelekî zîndiye

Dr.Berhem Salih bi peyamekê 8 Adarê roja jinên kedkar a cîhanê li jinên Kurdistanê pîroz kir û ragihand ku jinên Kurd li seranserî cîhanê bûne nimûneya berxwedan û parastina mafên jin, mirov û Jiyanê, eve deqa peyamê:

Di 8 Adarê de roja jinên cîhanê pîroz li jinên Kurdistanê dikim, bi teybet îsal û vê di cejnê de, Jinan li ser astên cuda erkên xwe bicî anîn, li qadên şer û di rûbirûbûna li hember mirovkujên DAIŞ dastanên bê wêne tomar kirin, jinên Kurdistanê bon bi nimûneya berxwedan û parastina azadî,jiyan û mafên mirovan.

Şêre jinên Kobanê û kezî nazdarên Şengalê, dayîk û xweşk, keç û hevserên şehîd û pêşmergeyên Kurdistanê, çalakvanên mafên jin, azadî û avadanê, nasnameya Gelekî zîndî ne.

Diya min Ronakxan di got; Jin ne bitenê nîvê civakê ye,lê di heman demê de dayîka nîvê dinê jiye. Ji ber vê çendê bi rastî mafên jin û gelê bi hev ve girêdayî ne. Mafên jin pêşmerca pêşkeftin û asoya civakê ye. Di Kurdewariyê de jî Jin pêşmergeyeke bergirî li azadî û jiyanê dike.

Roja cîhanê ya jinan pîroz be

PUKmedia / Pukpb

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket