Bi wêne.. Li Silêmanî merasîma 24`mîn salvegera raperînê birêve çû

kurdistani 10:51 AM - 2015-03-07
Silêmanî: Merasîma 24`mîn salvegera raperînê birêve çû

Silêmanî: Merasîma 24`mîn salvegera raperînê birêve çû

Îro 7/3/2015 li girê şehîdan li bajarê Silêmaniyê merasîmek mezin bi helkefta 24`mîn salvegera raperîna xelkê Silêmaniyê li dijî zulm û zora rêjîma jinavçûyî ya Êraqê birêve çû.

Di destpêka merasîmê de çend ayetek ji qurana pîroz hate xwendin û piştre merasîm bi amadebûna hejmarek ji malbatên şehîdan û endamên polîtburoya YNK û serkirdayetî û hevalên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê berdewam kir.

Her di wê merasîmê de tacagolîneya Serok Mam Celal ji aliyê xatûn Hêro Îbrahîm Ehmed ve li ser gora şehîdan hate danîn, paşê jî hemû amadevanan soza wefa û berdewamiya rêbaza şehîdên xwe dupat kirin.

Her di wê merasîmê de taca gula fraksyona kesk li parlemana Kurdistanê û parêzgarê Silêmaniyê û encûmena parêzgehê li ser gora şehîdan hate danîn.

PUKmedia/Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket