Efrîn;Rêjîma Esed xwest DAIŞekî kurdî ava bike, lê têkçû

kurdistani 07:43 PM - 2015-02-28
Efrîn;Rêjîma Esed xwest DAIŞekî kurdî ava bike, lê têkçû

Efrîn;Rêjîma Esed xwest DAIŞekî kurdî ava bike, lê têkçû

Dewleta Îslamî Kurdî yek ji pîlangeriya qirêj ya rêjîma Esed a dîktetorî kantona li Efrînê ye, lê asayîşê têkbir.

Li gor hinek jêderên ji Efrînê ku rêjîma Sûriyê hewil dide bi riya hi8nek Erebên ku wek paşmayên rêjîmê li Cindirê û derdora wê amdede dike tako karên terorîstî û tirsandina xelkê û têgeha terorîrê di nava kantona Efrînê de bidin weşandin. Dest bi kuştin, dizîn, talankirin û jinavbirinê bikin û rewşa ewlekariya navçeyê têkbidin û aramiyê binpê bikin. Ev yek bi navê Dewleta Îslamî ya Kurdî xwe didin naskirin û dibêjin ku ew leşkerên Dewleta Kurdî a Îslamî ne.

Her weha li gorî jêderekî agahdar li bajarê Cindirêsê, ji PUKmedia`yê re ragihand ku piştî bi destxistina agahiyan, asayîşa Cindirês bi alîkariya hêzên asayîşa li dijî terorê, bêhtir ji 70 endamên wê karî terorîstî girtin.


Di nûçeyeke ANHA`yê wiha hatiye weşandin ku di encama lêkolînan de hate diyarkirin ku kiryarên van kesan mehek beriya niha bi belavkirina nûçeyên derew ên ku propagandaya çeteyên DAIŞ’ê dikin dest pê kirine û bi vê yekê xwestine di nava gelê sivîl de tirsê çêbikin.

Heman kesan piştre hin dikanên welatiyên sivîl şewitandin, her wiha belavokên ku gef û hereşeyan dikin li kolanan belav kirin. Di belavokên ku li ser navê DAIŞ’ê û navê wekî Dewleta Îslamî ya Kurdî hatine belavkirin de, di serî de gelê herêmê, hêzên Asayîşê û yekîneyên parastinê hatine tehdîtkirin. Kesên behsa mijarê herî dawiyê jî şevê din di saetên dereng de ala DAIŞ’ê li hin kolanan daliqandin.

Di zanyariyên ku gihîştine Hawarnewsê  wiha ne; Hêzên li Dijî Terorê ku mijar roj bi roj şopandiye jî şevê din dest bi operasyonê kir. Di operasyonê de  hin kesên ku têkiliya wan bi DAIŞ’ê û hin komên din ên şîdetê ku navê wan di lîsteyên navnetewî de jî heye, hatin gittin.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket