Rewangeha Mafên Mirovan; DAIŞ li Til-Berakê têkdiçe

kurdistani 03:02 PM - 2015-02-28
 Rewangeha Mafên Mirovan; DAIŞ li Til-Berakê têkdiçe

Rewangeha Mafên Mirovan; DAIŞ li Til-Berakê têkdiçe

Rewangeha Mafên Mirovanة ya Sûrî ku baregeha xwe ya serekî li Londinê ye ragihand ku DAIŞ li Til-Berakê têkdiçe.

Li gorî daxuyaniya Rewangeha Mafên Mirovan ya Sûrî ku li Til-Berakê a dikeve başûrê Til-Hemîsê, di encama şer û pevçûnên dijwar di navbera DAIŞê û hêzên Yekîneyên Parastina Gel a Kurdî de, çekdarên DAIŞê têkdiçin û rewşa wan tevlîhevbuye.

Her weha di wê belavoka ku wêneyek gihîştiye PUKmedia`yê de, hatiye ku di encama şer û pevçûnên dijwar yên di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê bi alîkariya  artêşa Enadîd yê Hemîsî Deham hevserokê Rêvaberiya Xwesriya Demokratîk de, çekdarên DAIŞê têkdişkin û rewşa wan aloztir dibin û YPG`ê di pêş de ye.

Rewangeh Mafên Mirovan ya Sûrî di wê belavokê de wiha berdewam dike, Hêza YPG`ê ew gotinên ku dibêjin rêjîm û milîsên xwe jî alîkariya wan li dijî DAIŞê dikin, ev ji aliyê YPG`ê ve hat red kirin û YPG`ê got; Em bi alîkariya atêşa Endîd ya ser bi hevserokê Kantona Cizîrê Hemîdî

Deham Hadî û hêzên ezmanî yên Navnetewî şer dikin û heya niha bêhtir ji 103 gund û bax û wargehên nîştecîbûnê, ji 22-2-2015`an ve , ketine destê hêzên YPG`ê.

Rewangeh dide xuyakirin ku di encama wê opersayonên YPG`ê de, 175 terorîst hatine kuştin û ziyaneke mezin yê medî û canî dîtine û bi vê rengî, rêxistina DAIŞê li Til-Berakê hildiweşe .

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket