Serokomar gihêşte Silêmaniyê

kurdistani 12:49 PM - 2015-02-28
Serokomar gihêşte Silêmaniyê

Serokomar gihêşte Silêmaniyê

.Berya niha bi kêlîkekê serokomarê Êraqê Dr. Fuad Masum bi serdaneke fermî gihêşte balafirxaneya Silêmaniyê û ji aliyê hejmarek berpirsên hizbî û hikûmî ve hate pêşwazî kirinê.

Li gor zanyariyên PUKmedia`yê serdana serokomarê Êraqê ji bo encamdana civînan li gel aliyên siyasî ên Herêma Kurdistanê û goftûgokirina pirsgirêkên navbera navend û herêmê ye.

Biryare di vê serdanê de serokomarê Êraqê Dr. Fuad Masum serdana bajarê Hewlêrê û Helebçeyê jî bike û li gel berpirsên herdu bajaran de kom bibe.

Hêjayê gotinê ye ku serokomarê Êraqê ji aliyê cîgirê serokê hikûmeta herêma kurdistanê Qubad Talebanî , parêzgarê Silêmaniyê Dr. Aso Ferîdon û hejmarek ji endamên polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ve hate pêşwazî kirinê.

PUKmedia/Sefîn Ehmed

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket