YPG, navçeyekî din ji DAIŞ paqij dike

kurdistani 12:16 PM - 2015-02-28
YPG, navçeyekî din ji DAIŞ paqij dike

YPG, navçeyekî din ji DAIŞ paqij dike

Şervanên YPG û YPJ îro 28/2/2015  danê sibehê operasyoneke berfereh li navçeya Til Birak a li başûrê bajaroka Til Hemîsê destpê kirin û navend û bakûrê bajaroka Til Birakê bi temamî kontrol kirin û derbeyên mezin li DAIŞ`ê xistin.

Çalakvanekî siyasî li nêzîkî navçeya Til Birakê ji PUKmedia`yê re ragihand: Bajaroka Til Birak îro danê sibehê şervanên YPG/YPJ êrişek fereh destpê kirin û ew navçe kontrol kirin.

Libarê pêşketinên dawî li navçeyê piştî kontrolkirina bajaroka Til Hemîsê, çalakvanê siyasî diyar kir ku: Bi paqijkirina bajaroka Til Hemîsê, DAIŞ zêdetir ji %70 wîlayeta Berekê ji dest daye.

Hêjayî gotinê ye ku terorîstên DAIŞ navê parêzgeha Hesekê guherîbûn û bi wîlayeta Berekê binav kiribûne.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket