Çaremîn karwanê pêşmerge gihêşte Kobanê

kurdistani 10:39 AM - 2015-02-28
Çaremîn karwanê pêşmerge gihêşte Kobanê

Çaremîn karwanê pêşmerge gihêşte Kobanê

Duh 27/2/2015 danê êvarê çaremîn karwanê hêzên pêşmerge li balafirxaneya Hewlêrê berve kantona Kobanê ve birêketin û piştî 6 demjimêran gihêştin nava axa Kobanê.

Çalakvanê siyasî Mihemed Balî ji PUKmedia`yê re ragihand: Di encama rêkeftina navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Tirkiyê û rêveberiya kantona Kobanê de şeva borî çaremîn karwanê pêşmerge gihêşte nava axa Kobanê.

Mihemed Balî got: Hatina hêzên pêşmerge ji bilî ku hevgirtina hêzên Kurdî nîşan dide, di heman demê de jî rola xwe ya mezin û berbiçav di berxwedan û rizgarkirina Kobanê de hebûye.

Li gor zanyariyên PUKmedia`yê çaremîn karwanê pêşmerge ji 124 pêşmerge ji hêzên piştevaniya 1-2 li gel tîmekî pizîşkî pêk tên.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket