Li Kobanê 67 terorîstên DAIŞ hatine kuştin

kurdistani 07:38 PM - 2015-02-27
Li Kobanê 67 terorîstên DAIŞ hatine kuştin

Li Kobanê 67 terorîstên DAIŞ hatine kuştin

Navenda ragihandina YPG’ê ragihand ku di çarçoveya çalakiyên şervanên YPG’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li gundewarên Herêma Kobanê de 76 çete hatine kuştin. Her weha 11 şervanên YPG jî di wan şeran de şehîd bûne.

Li gor daxuyaniyê duh 26/2/2015 danê nîvro di şerê li gundên Bexdik, Eydanê, û girê Derfilît de şer giran bû çete derbeyên giran xwarin. Di şerê li gundê Bexdik û Eydanê de 67 terorîstên DAIŞ hatine kuştin û cenazeyên 20 çeteyan ketine destên şervanan.

Her weha hêzên YPG dest danîne ser 3 tank, topek 57 mm, doçkayek 23, 3 tirimpêlek û kamyonek mezin ên çeteyan rûxandin.

Îro 27/2/2015  danê vê sibê li girê Derfilît di navbera hêzên YPG û çeteyên DAIŞ de şer rû daye û di encama wî şerî de tevî serçeteyek 5  çete hatin kuştin.

Navenda ragihandina YPG aşkira kir ku di wan şeran de 7 şervanên YPG`ê şehîd bûne.

Li gundê Zormixar ê eniya rojava jî şervanên YPG li dijî çeteyan çalakiyek li dar xistin û di encamê de 4 çete kuştine. Li gundê Gedaş jî mayîna ku çeteyan danîbû teqiyaye û 4 şervanên YPG şehîd bûn.

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket