Balafirên şer li Şengalê DAIŞ bombarduman dikin

kurdistani 02:12 PM - 2015-02-27
Balafirên şer li Şengalê DAIŞ bombarduman dikin

Balafirên şer li Şengalê DAIŞ bombarduman dikin

Îro 27/2/2015 balafirên şer ên hevpeymanan baregehên serekî yên DAIŞ li nava qeza Şengalê bombarduman dikin û ziyanekî mezin gîhandiye wan û hejmarek terorîst hatine kuştinê.

Fermandarê fewca 4 lîwaya 8 a piyade emîd Qadir Xuranî ji PUKmedia`yê re ragihand: Balafirên şer ên hevpeymanan bi awayekî dijwar baregehên DAIŞ li nava qeza Şengalê bombarduman kirine û ziyanekî mezin gîhandiye terorîstên DAIŞ`ê.

Got jî: Di bombardumanê de tangekî terorîstên DAIŞ hatiye şewitandinê û gelek cebilxaneyên terorîstan hatine teqandinê û bombarduman heya niha berdewame.

Xuranî ragihand jî: Di 2 rojên borî de hêzên pêşmerge û tevî gerîlayên HPG êrişek mezin li sînorê qeza Şengalê ya terorîstên DAIŞ şikandine û bi dehan terorîst jî kuştine.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket