Li Cizîrê 37 terorîstên DAIŞ hatine kuştin

kurdistani 08:27 PM - 2015-02-26
Li Cizîrê 37 terorîstên DAIŞ hatine kuştin

Li Cizîrê 37 terorîstên DAIŞ hatine kuştin

Navenda ragihandina YPG`ê da xuya kirin ku di encama şer û pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê li herêmên Til Hemîs û Til Temirê de 37 çete hatine kuştin û di nava wan de yek serçete ye:

Navenda ragihanidna YPG`ê ev agahî parve kirin:

“Operasyona ku ji bo ber terefkirina rêxistina teror a DAIŞ’ê li kantona Cizîrê hatibû destpêkirin di roja 5. de bi awayekî serkeftî didome. Hêzên me tevî eşîrên Ereban ên li herêmê, hêzên Cêyş El-Senadîd gav bi gav pêş ve diçin û şevê din gelek gund û deverên stratejîk ji çeteyan hatin paqijkirin.

Piştî şerê giran gundên Naîm El Hiyal, Hisewiya piçûk û Helkanê yên bakur û bakur/rojhilatê Til Hemîsê hatin rizgarkirin. Di şerê li vê herêmê de 37 kuştiyên çeteyên DAIŞ’ê hatin tespîtkirin û termên 20 ji wan di destê hêzên me de ne. Di nava kuştiyên çeteyan de 3 Tirk û serçeteyê bi navê Ebû Qûtada jî heye. Danê vê sibê çete ji bo ku pêşveçûna hêzên me bidin sekinandin hewildan li 3 deverên cuda bi wesayîtên bombebarkirî êriş bikin, lê balafirên koalîsyonê 2 wesayît û hêzên me jî wesayîtek rûxandin.

Şevê din li eniya başûr di encama operasyona hêzên me de gundên Şura Naîf Emrî, Erca Şêhan, Til Hebeş, Wawîyê, Zîba û mezraayên Cerba û Til Xidir hatin rizgarkirin. Danê vê sibê hêzên me li başûrê Til Hemîsê êrişeke nû dan destpêkirin. Şerê di navbera hêzên me û komên çete de bi dijwarî didome.

Di encama şerê 24 saetên dawî de 4 hevalên me bi lehengî şer kirin û şehîd bûn."

Di daxuyaniyê de der barê encamên şer û pevçûnên 24 demjimêrên dawî yên li herêma Til Temirê jî wiha hate gotin: “Êrişên çeteyan li hemberî gelê me yê Asûrî didomin. Bi berxwedana gelên li herêmê û hêzên me êrişa çeteyan li gelek deveran hatiye şekinandin û çete derbên giran xwarin.

Hêzên me şevê din di vê çarçoveyê de li gundê Xêbiş a mezin çalakiyek pêk anîn. Di encama operasyonê de beşek gund ket bin kontrola hêzên me û dîsa êrişa çeteyên ku hewildan ji ser ava Xabûrê ve êriş bikin hat şikandin. Hêjmara kuştî û birîndarên çeteyan ên li van herêman nehatin zelalkirin, şerê li herêmê bi hemû dijwariya xwe didome."

PUKmedia / NR-YPG`ê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket