Daxuyaniya civîna aliyên siyasî yên Kurdistanê
kurdistani 07:30 PM - 2015-02-26Daxuyaniya civîna aliyên siyasî yên Kurdistanê
Cemawerê kolnederê Kurdistanê
Berî nîvroya îro pênçşem 26.02.2015 bi serpereştiya cenabê Serokê Herêma Kurdistanê
û amadebûna birêz Serokê Hikûmet û Cîgirê wî, civîna bilinda partiyên Kurdistaniyan li Serokayetiya Herêma Kurdistanê hate saz kirin.
Piştî wê yekê ku cenabê Serokê Herêma Kurdistanê behsa beşdarîkirina li konferansa Asayîşa Cîhaniya li Munîxa Almanya kir û girîngiya biryarên pejirandî ya konferansê ya li dijî Da'îş û hevdîtinên xwe yên di dema kombûnan da ya li gel berpirsên bilindên welatan da rûnkir, tekez li wê yekê kir ku, ezmûna siyasiya Herêma Kurdistanê û xweragirî û serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Şengal heta Xaneqîn û heta digihe serkeftinên berdewamiyên Kobanê, bûye cihê zêdetir karîgerî û bandora Kurdan li nav welatan û li ser raya giştî ya rojava jî, û ev hemû serkeftin û guhertin û li encama qehremaniya Pêşmerge û şehîdên sûrxelatê Kurdistane. Civîn li ser rewşa Iraq û Kurdistan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û tengasiya darayî û helwesta wê bû.
Ji bo wê yekê amadebûyan bi hurî û bi amar li kêşeyan agahdar bibin, birêz Wezîrê Samanên Siruştiyên Herêma Kurdistanê bi Data Show raporekî têr û tije di derbarê rêkkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexda û naverokên şandin û henardekirina neftê pêşkeş kir.
Li ser giştî ya rûdaw û tengasiyan û siyaseta Herêma Kurdistanê û erkê partiyên Kurdistaniyan li vê rewşa hestiyar û çarenûssaz da hatin nirxandin û civînê de ev biryarên li xwarê hatin pejirandin:
Yekem: Bi pêzanînên bi îrade, civînê de giyanê qehremaniya Pêşmerge li bereyên ceng de bilind hate nirxandin û xweragirî û qehremaniyên wan bi cihê şanaziya Kurd û Kurdistanê û demokratxwazên li navçe û li cîhanê jî dane zanîn. Her wiha civînê de kêla nemiriya şehîdên Kurdistanê bi gulbarînê wefa kir û hemû serkeftin jî bi xwîna geşa wan mohra dîrokî lê hatiye dayîn. Her bi vê giyanê xweragiriya Pêşmerge û qurbaniya şehîdan û piştevaniya bê kêmasiya gelê me, li seranserê Kurdistanê û derveyê Kurdistanê da heta dawiya serkeftinê bi dest tê û desteberiya pêkanîna hemû armancên gelê me jî tê kirin.
Duyem: Tekez li ser yekrîziya hêzên siyasiyên Kurdistanê li Iraq û navçe û Kurdistanê da hate kirin heta ji vê hevkêşeya siyasî û serbaziya Kurdistan û navçeyê, pêkve serkeftinên siyasî û îdarî û serbaziyan berev serkeftinên yekcarî ve biçin.
Sêyem: Ji bo wê yekê ku yekrêziya siyasiya hêzên siyasiyên Kurdistanê ji niha zêdetir bigihînîn qonaxa bilinda baweriya siyasî, civînê raspard ku wiha bi zûtirîn demî li gor hêjayî hilbijartinê, aliyên beşdariyên Hikûmeta bingeha fireh ya kabîneya heştem (Goran û Yekgirtû û Komel) pişka xwe ya li Hikûmeta Navend û Herêm û Parêzgehan de jî bo wan bê dabîn kirin.
Çarem: Gelê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mafê bêyî ew alî û ev alî ya xwe dizanê li gor maddeya 112 û 115 ê destûra Iraqê, siyaseta derfet dîtin(helgozîn) û henardekirina neftê li nav proseya yasayî û rêsayî ya xwe da bi pabendbûna her dû aliyan bi yasaya budçeya Iraqa Federal ji bo sala 2015, ji bo desteberiya aborî ya Herêmê, peyrew bike, her ewe jî kêşeya bingehîna budçe û mûçeya xelkê Kurdistanê çareser dike. Rêkkeftinên mohrkirî jî li gel Hikûmeta Bexda ya ji aliyê Hikûmeta Herêmê ve birge bi birge bê bi cîhkirin, her weku pêwîste jî ji aliyê Hikûmeta Bexda ve jî bê bi cîhkirin. Gîr û giriftên teknîkî jî hemû qabîlê diyalog û çareserkirinê ne. Li vê navê de bernameya siyasî û zanistî hate pejirandin, heta astengiyên li ber rêkkeftinan bi dilniyayiyê ve bersîva wan bê dayîn.
Pêncem: Civînê de daxwaz ji Parlemena Iraq û Hikûmeta Iraq û Hevpeymaniya Şî'e û aliyên Sûnne kirin ku li tu rewşek da kêşeya siyasî û girifta teknîkî nekin astengî li ber mûçeya xelkê Kurdistanê de û her wiha piştevanîkirina Pêşmerge û mûçeyên wan her weku artêşa Iraqê û hêzên çekdarên Iraqê bê dabînkirin.
Şeşem: Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Hikûmet û Parlemena Kurdistanê bernameyekî berfireha dîplomasî û navneteweyî hebê ji bo desteberkirina zêdetir piştevaniya siyasî ya welatan û navêndên cîhaniyan û her wiha ji bo dabînkirina piştevaniya hêzên Pêşmerge li ruyê çekên giran û lojistikî ve.
Heftem: Civînê de piştevaniya xwe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê dûpatkirin û hêvîdarin Hikûmet jî berdewam bê li hewl û astengiyên ji bo çareserkirina kêşeya budçe û mûçeyê.
Di dawiyê de jî civînê de spasî tevahiya wan welatên herêmî û hevpeymaniyên cîhanî kirin ku li vê cengê da dijî tarîperestên Da'îşe, selefî zû bi dest û destbicihiya hanaya Kurdistan û Iraqê ve hatin.
Her wiha hêvîdarin bi pêkve û bi zûtirîn demî li gor nexşeyekî tije û şiyaneke zêdetir serkeftina stratejiyê li ser Da'îş da pêkbînin. Ev serkeftin jî bibin cihê wê yekê ku tevahiya kêşeyên siyasî û aborî û civakiyên Iraq û Kurdistan û navçeyê bi bicîhkirina maddeya 140 ve jî çareseriya bingehîn bê kirin.
Ji bo berev serkeftina yekcarekî berev pêşve
Hezaran Silav li ruhê pakê wan şehîdên nemir
Partiya Demokrata Kurdistanê
Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê
Tevgera Goran
Yekgirtiya Îslamî
Komela Îslamî
26.02.2015
PUKmedia / KRP.org
hewal ziyatr
-
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18 -
Civata Serkirdatiya YNKê dê sibê bicive
11:09 PM - 2024-04-17
zêdetir tamaşe bike
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
07:03 PM - 2024-04-18
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
10:19 PM - 2024-04-17
Gelek serkirdeyên me hene ,lê dewletmedar kêm in
05:40 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
Kurdistan 10:07 AM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
Kurdistan 01:04 PM - 2024-04-18 -
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19