Pêşmerge û Gerîla êrişa DAIŞ li Şengalê şikandin

kurdistani 09:04 AM - 2015-02-26
Pêşmerge û Gerîla êrişa DAIŞ li Şengalê şikandin

Pêşmerge û Gerîla êrişa DAIŞ li Şengalê şikandin

Terorîstên DAIŞ duh 25/2/2015 danê êvarê êrişek mezin li ser hêzên Pêşmerge û Gerîla li tevahiya navçeyên Şengalê destpê kiriye û piştî şerekî giran ew êriş hatiye şikandinê.

Fermandarê fewca 4 lîwaya 8 a piyade emîd Qadir Xoranî ji PUKmedia`yê re ragihand: Terorîstên DAIŞ ji sê qolan ve êrişî fewca 3-4-111 a hêzên pêşmerge û hêzên gerîla li tevahiya navçeyên qeza Şengalê kirine.

Qadir Xoranî got: Ew êrişa terorîstên DAIŞ ji bo kontrolkirina wan navçeyan bûye ku li jêr destê hêzên pêşmerge û gerîla li qeza Şengalê bûye lê belê bi tundî bersiva êrişan hate dayîn û kuştî û birîndarên terorîstan jî pirin.

Ew jî diyar kir ku, terorîstên DAIŞ bi temamî bo navçeyên xwe paşvekişîne û hêzên pêşmerge û Gerîla jî bi qehremanî bi pêşve çûne.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket