Vejîna jiyanê li Orkêş –Til Mozan

kurdistani 04:29 PM - 2015-02-25
Vejîna jiyanê li Orkêş –Til Mozan

Vejîna jiyanê li Orkêş –Til Mozan

Li bajarê Amûdê li navenda Newroz komeleya Subartu bi navnîşa (Vejîna jiyanê li Orkêş-Til Mozan ) di roja 24 Sibatê de pêşengehek bi wêne û belege saz kir.

Til Mozan ( Girê Moza) ya nêzî Amûdê ye û li ser riya di navbera Amûdê û Qamişlo de ye, nasnameya wê ji aliyê şandeke lêkolîner a şûnwaran a Emerkîve hate çespandin ku Orkêşa kevin a Huriyane, serpereştyarê şandê Corcyo Botişîlanî û Marlên Botişîlanî tekez kir ku Girê Moza yek ji kevintirîn dewletên Huriyan bûn li deşta Amûdê û di heman demê de parestgeha sereke ya Huriyan bû, navenda "Kumarbi" şahê xudayên Huriyan bû û ev  yek di belgeyên cuda de hatî nivîsandin û gotin.

Her wiha ji ber rola mezin a her yek ji Corcyo Botişîlanî û Marlên Botişîlanî di vedîtina vê bajarî kevnar de û jinûve giyan pêve dan, ev pêşenger diyarî wan hate kirin, ji aliyê xwe ve Botişîlanî bo gotarekê spasî li komeleya Subartu û her kesê xwedî rol bû di serkeftina vê pêşengehê de kir.

Pêşengehê tabolyên bi zimanê Erebî û Kurdî yên dîroka Huriyan û çîroka wan vedibêjin nimayîş kirin û di rojên sêşemê û çarşemê de ji 1-10 sibê û êvarê 4-6 deriyê xwe ji mêvanan re vekir.


www.facebook.com/subartukomele

[email protected]

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket