Parlemanterên HDP`ê bi şêweyek cuda pakêta ewlekariyê şermezar kirin

kurdistani 03:32 PM - 2015-02-25
Parlemanterên HDP`ê bi şêweyek cuda pakêta ewlekariyê şermezar kirin

Parlemanterên HDP`ê bi şêweyek cuda pakêta ewlekariyê şermezar kirin

Parlemanterên Partiya Demokrasiya Gelan HPD`ê, bi şêweyeke cuda duh sêşemê di civata parlemantoya Tirkiyê de pakêta ewlekariyê ya hikûmeta Tirkiyê şermezar kirin.

Hikûmeta Tirkiyê bi piştgiriya Parlematerên xwe yên di parlemantoyê de piranî ne duh pakê ewlekariyê ya rastî nerazîbûnên Partiyên opozisyonê hat, pesend kir, pakêta ewlekariyê desthilatiyên hêzên polîs û ewlekaiyên li Tirkiyê berferhtir kirin û bi vê yekê dê karibe bêtir, azadiyan û mafên demokratîk sînordar bike, ev pak ji aliyê pariya Demokrasiya Gelan HPD`ê ya Kurd  û Partiya Gel a Komarger a Tirk ve rastî nerazîbûnan hatin, lê hikûmerê guh neda van nerazîbûnan û bi hêza parlemanterên xwe Pakêt erê kir.

Ji aliyê xwe Parlemanterên HPD`ê ji bo vê pakêtê şermezar bikin serî li çalakiyek cuda dan, parlemanteran cemedana Kurdî ya çalakvanên Kurd li kolanan didin sûkra xwe, li xwe gerandin û beşdarî civata parlemantoyê bûn û nerazîbûnên xwe diyar kirin.
Hêjayî gortinê ku di hefteya bihurî de li ser heman pakêta ewlekariyê di navbera palemantera de şer derket û çend parlemanter birîndar ketin.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket