Hewramî; Herêma Kurdistanê pabende bi hinardina 550 bermîlê neftê

kurdistani 10:10 AM - 2015-02-25
Herêma Kurdistanê pabende bi hinardina 550 bermîlê neftê

Herêma Kurdistanê pabende bi hinardina 550 bermîlê neftê

Wezîrê nefta Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî dibêje ku Herêma Kurdistanê pabende bi hinardina 550 bermîlê neftê.

Bi amadebûna wezîrê neftê, rêveberiya peywendiyên navnetewî yê derveyê, digel dîplomasiyên navnetewî, rewşa ew rêkeftinên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Êraqê de şirove kirin.

Di destpêka wê civînê de, cîgirê berpirsê rêveberiya peywendiyên derve yê Herêma Kurdistanê Cemal Tahir ragihand ku ev civîn ji bo ronîkirina ew rêkeftinameyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Federal a Êraqê û mijarê hinardina neftê û budçeyê û Herêma Kurdistanê jî sûre li ser wê yekê ku ew rêkeftina du qolî bi serkeve.

Her weha piştî wî jî, wezîrê neftê yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî jî tekes li ser çawaniya pêkanîna wê rêkeftinê kir ku ev demeke alozî di navbera Hewlêr û Bexdadê de çêkiriye.

Ew erkê ku dikeve ser milê Herêma Kurdistanê û dazanîn ku Herêma Kurdistanê amade ye û pabende bi wê yekê ku wê bi awayekî berdewam 550 hezar bermîlê neftê rojene di sala 2015`an de derxîne û hinerde bike.

PUKmedia      

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket