Sînetorê Encumena Pîran : Piştgirî li Pêşmerge kirin pêwîstiyeke

kurdistani 01:08 PM - 2015-02-22
Sînetorê Encumena Pîran : Piştgirî li Pêşmerge kirin pêwîstiyeke

Sînetorê Encumena Pîran : Piştgirî li Pêşmerge kirin pêwîstiyeke

Endamê komîta barevaniyê ya ser bi encumena Pîran a Emerîka tekez li ser piştgirîkirin li hêzên Pêşmerge kir û da xuya kirin ku ev yek pêsîtiyeke.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja şemiyê 21 / 2 / 2015`e pêşwazî li endamê komîta berevaniyê ya ser bi encumena Pîran a Emerîka Jak Reed û şande digel de ye kir. Hevdîtin bi amadebûna her yek ji balyozê Emerîka li Êraqê Stuart Jones û konsolê giştî ya Emerîka li Hewlêrê Joseph Bennington ligel hejamrek ji rawêjkarên siyasî û serbazî yên Emerîkî birêve çû.

Sînetor Reed ji aliyê xwe ve di hevdîtinê de, tekez li ser wê yekê kir ku divê çek û teqemenî û hemû pêdiviyên leşkerî yên hêzên Pêşmerge bêne dabîn kirin û piştgirî li hêzên Pêşmerge bête kirin, her wiha da xuya kirin ku welatê wî ji bo vê yekê bike çi ji dest tyê dike, Reed wekî din cexit li ser wê yekê kir ku divê peywendiyên gelê Emerîka û Kurdistanê bêne pêşxistin û pêşve birin.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji ber alîkarî û pişygiriya Emerîka pêşkêşî gelê Kurd û hêzên pêşmerge kirî spasî li hikûmet û gelê Emerîka kir, serok Barzanî di hevdîtinê de bal kişand ser bi serketin û pêşketinên hêzên pêşmerge di qada şer de li dijî DAIŞ de bi dest xistine,  her wiha rewşa leşkerî li eniyên şer nirxand, serok Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku di rûbirûbûna terorîstan de bi tenê yek rê heye ew li berember bête rawestandin û bêne jinav birin, û got; Ev şer bi tenê ne şerê Kurdistanê  yan welatên hevpeymanê de beşdrbûne ye, ev şerê her kesî ye li dijî terorê, ji ber vê çendê her kesê hez ji azadî û rûmeta mirov dike divê beşdarî vî şer be û li dijî terorîstan raweste.

Serok Barzanî her wiha da xuya kirin ku divê ji aliyê raman, bîr û baweriyê û aborî  ve jî tekoşîn li dijî terorê bête kirin, ji ber ku hêza leşkerî bi tenê dê têr neke.

PUKmedia /  Hewlêr

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket