Pêşmerge li Kerkûkê DAIŞ topbaran kirin

kurdistani 02:06 PM - 2015-02-21
Pêşmerge li Kerkûkê DAIŞ topbaran kirin

Pêşmerge li Kerkûkê DAIŞ topbaran kirin

Îro 21/2/2015 danê sibehê hêzên pêşmerge ên Kurdistanê civîneke terorîstên DAIŞ li başûrê Kerkûkê bombarduman dikin û hejmarek mezin ji terorîstan kuştin.

Fermandarê mihwerê başûrê Kerkûkê Wista Resul ji PUKmedia`yê re ragihand: Îro danê sibehê topxaneyên hêzên piştevanî ya 2 a pêşmerge civîneke DAIŞ li herdu gundênn Mere û Seyid Xelef kirin armanc û di encama topbaranê de ziyanên mezin gîhandine terorîstan.

Wista Resul got: Şeva borî jî ji aliyê lîwaya 2 a taybet ya hêzên 70 ya pêşmerge bi çeka mîlan, otombêlekî cura Hefare ku dixwestin li gundê Beşîr çeperan lê bide kirine armanc û tevî terorîstên di nav de ku 4 terorîst bûn şewitîn.

Fermandarê mihwerê başûrê Kerkûkê yê hêzên pêşmerge amaje bi wê yekê jî kir ku li gor zanyariyên ku Emerîka belav kirine, di bombardumana balafirên şer ên hevpeymanan li sînorê bajarokê Riyaz û Hiwêc yê bi dehan terorîstên DAIŞ kuştine.

PUKmedia/Hozan Fatih

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket