Xeberek xweş ji Kobanê

kurdistani 09:11 AM - 2015-02-21
Xeberek xweş ji Kobanê

Xeberek xweş ji Kobanê

Berpirsekî rêveberiya kantona Kobanê radighîne ku hemû gundên kantona Kobanê hatine kontrol kirinê û wê yekê bi serkeftinekî meiz ya dîrokî bo gelê Kurd û Kurdistana rojava binav dike.

Idrîs Nasan, endamê lijneya karûbarên derve ya kntona Kobanê ji PUKmedia`yê re ragihand: Hemû ew 376 gund ku berya 4 mehan ji aliyê terorîstên DAIŞ ve hatibûn kontrol kirinê ji aliyê hêzên YPG û Pêşmerge ve ji terorîstan hatine paqij kirinê.

Nasan got: Di kêmtirîn dem de di 24 rojan me karî derbeyek mezin li terorîstan bixin û ji sînorê kantona Kobanê derbixin.

Idrîs Nasan diyar kir ku eve serkeftinekî dîrokiye û divê hemû gelê Kurd şanazî bi vê serkeftinê bikin û niha û pêve ji bo avadaniya hemû sînorê kantona Kobanê kar bête kirinê.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket