Pêşmerge êrişên terorîstan ên ji sê qolan ve têkşikandin

kurdistani 02:24 PM - 2015-02-20
Pêşmerge êrişên terorîstan ên ji sê qolan ve têkşikandin

Pêşmerge êrişên terorîstan ên ji sê qolan ve têkşikandin

Hêzên pêşmerge li rêgehên Xazir,Kesk û Çiyayê Zerik êrişên terorîstên DAIŞ ên ji aliyan ve hatin têkşikandin û bi dehan ji terorîstên DAIŞ kuştin û birîndar kirin.

Çavkaniyek agehdar û nêzî hêzên Pêşmerge ye li devera Xazir ji îro 20 / 2 / 2015`e ji PUKmedia yê re da xuya kirin ku: Terorîstên DAIŞ bi mebesta ji rewşa geş û ba ya nelibar sûd werbigrin, hewildan du êrişên xwekujer li dijî hêzên Pêşmerge encam bidin, 2 terorîstên DAIŞ bi 2 otombêlên bombebarkirî îro hewildan êri bikin ser bi sengerên Pêşmege li devera Xazir, lê hêzên pêşmerge û bi piştevaniya balafirên şer ên hevpeymanê êrişa terorîstan û ew hersu otombêl beriya ku bighêjine armancên xwe teqandin ûbi tev herdu terorîstên di nav de rûxandin.

Çavkaniyê wiha berdewam kir: Her wiha li devera Çiyayê Zerik a dikeve navbera herdu navçeyên Başîk û Bertele, terorîstan hewildan êriş bikin ser bi sengerên hêzên pêşmerge, lê hêzên pêşmerge bi tundî bersiva êrişkaran dan, êriş têkşikandin û çendîn terorîstên DAIŞ kuştin û birîndar kirin.

Heman çavkaniyê da xuya kirin ku li devera Kesk jî ya dikeve başûrê bajarê Mûsilê hêzên pêşmerge êrişeke berferh a terorîstên DAIŞ têkşikandin û bi dehan ji terorîstên DAIŞ kuştin û birîndarkirin.

Li gorî zanyarê dirust ên bi dest PUKmedia yê ketine, îro sibehê laşê 9 terorîstên DAIŞ gihîştina pizîşka dadwer a Mûsilê û bi dehan ji terorîsên DAIŞ ên birîndar berve nexweşxaneyên Mûsilê ve hatine birêkirin, ku hemû ev kuştî û birîndar di encama şerê duh de hatine kuştin û birîndar kirin.

PUKmedia / Zanyar Mecîd

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket