Befirbarîn dê ta 24 demjimên pêş li H.Kurdistanê berdewam be

kurdistani 12:48 PM - 2015-02-20
Befirbarîn dê ta 24 demjimên pêş li H.Kurdistanê berdewam be

Befirbarîn dê ta 24 demjimên pêş li H.Kurdistanê berdewam be

Birêvebirtiya geşnasî û bomelerzî li Herêmê ragihand ku dê pêla befirbarînê û sermayê ya berê xwe da ye Herêma Kurdistanê dê ta 24 demjimêran pêş berdewam be.

Birêvebirê geşnasî û bomelerzî li Herêma Kurdistanê Fazil Birahîm îro 20 / 2 / 2015`e ji PUKmedia yê re ragihand ku; Ew pêla baran û befirbaran ligel sermayê ya rû li Herêma Kurdistanê da ye, dê ta 24 demjimêrên pêş berdewam be û bi teybet li deverên çiyayî dê befir bibarê.

Her wiha da xuya kirin ku îsal rêjeya baranbarînê 50 m.m ji ya sala par bêtire û ev yek dê banorek erênî bi ser çandiyê û dahatiyên avê li Herêma Kurdistanê bike û diyar kir ku li gorî baran û befira hatî îsal wê dibetiye hişkesaliyê pir lawaz be.

Ji aliyekî din ve birêvebirtiya hatoçû ya Silêmaniyê hişyarî da hemû ajovanan û welatiyan bi teybet yên li navçeyên çiyayî jiyan dikin, di dema befirbarînê de ha ji xwe hebin û heya ji wan bê çûn û hatine xwe kêm bikin.

PUKmedia / Sefîn Ehemd / Silêmanî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket