Pêşmerge li Başîqa bersiv dan êrişeke DAIŞ

kurdistani 10:29 AM - 2015-02-20
Pêşmerge li Başîqa bersiv dan êrişeke DAIŞ

Pêşmerge li Başîqa bersiv dan êrişeke DAIŞ

Çavkaniyeke herêmî ji parêzgeha Nînewa êvara pêncşemê da xuya kirin ku li nêzî ciyayê Başîqa çeteyên DAIŞ êrişkirin bi ser çeperên DAIŞ, lê hêzên pêşmerge bi tundî bersiva çeteyên DAIŞ dan.

Çavkaniya nexwestê navê xwe eşkere bibe, ji PUKmedia yê re ragihand ku: Li nêzî çiyayê Başîqa çekdarên DAIŞ bi çekên sivik û giran êriş kirin bi hêzên Pêşmerge, lê hêzên pêşmerge bi tundî bersiva êrişa terorîstên DAIŞ dan û ziyaneke mezin gihandin terorsîtan, her wiha hate ragihandin ku balafirên hevpeymanê jî bi ser deverê firiyan.

Ji aliyek din ve  heman çavkaniyê da xuya kirin: Li bajarê Mûsilê  li qiraxa çep ji bajêr hejmarek ji çekdarên nenas bi çekên bê deng, birayê fermandarê polîsê DAIŞ li Mûsilê yê bi ( Welîd Mehmûd Mihemed) tê naskirin bi tev du pesevanên wî li taxa Sumer kuştin.

Her wiha hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ roja çarşemê li gundê El-Mirîr a ser bi navçeya Qîyare ye dest danîn ser bi bêtirî 30 malî û jê çend şêx Eşîrên Ereb hejmarek kes kuştin û destgîr kirin.

PUKmedia / Mûsil

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket