Bi Vîdyo... Li Parlemana Tirkiyê şer û 5 parlemanter birîndar bûn

kurdistani 04:20 PM - 2015-02-18
Li Parlemana Tirkiyê şer û 5 parlemanter birîndar bûn

Li Parlemana Tirkiyê şer û 5 parlemanter birîndar bûn

Li parlemena Tirkiyê, şevî di, di hevdîtinên "Paketa ewlehiyê" de pevçûn derket û parlementerên AKP êrişî parlementerên HDP û CHP'ê kir û parlementerê HDP Ertuğrul Kurkçu jî di navde 4 parlementer birîndar bûn.

Li parlemena Tirkiyê hevdîtinên "Paketa ewlehiyê" şevî di destpêkir. Paketa kû ji aliyê tevgera kurd û muxalafeta Tirkiyê ve gelek di hate rexnekirin û li hember pertek di hate nîşandan bi hewldanên AKP hate rojeva parlemenê. Di dema hevdîtinan de di navbera AKP û CHP'yîyan de nîqaş derket û parlemenên AKP êrişî CHP'yî yan kir.

Parlemenên HDP jî bi sedema kû li hemberî paketê bertek nîşandan ew jî rastî êrişa AKPyî yan hatin. Di êrişê de parlementerê HDP Ertuğrul Kurkçu ji serê xwe birîndar bu.

Kurkçu di derbarê buyerê de wiha axivî: "Di hevdîtinan de me mafê axaftinê xwest. Lê mafê axaftinê nedan me, dan parlementerê AKP'ê. Pervin Buldan û Sebahat Tuncel li hember vê yekê bertek nîşandan û ber bi kursiyê ve meşîyan. Di wê demê parlemenên AKP'ê tbi hevre êrişî êrişî Tuncel û Buldan kirin."

Kurkçu wiha berdewam kir: "Min jî ji bo kû kulmên wan negihijin Sebahat Tuncel ez ketim navberê. Lê AKP'yîyan çi ket destên wan bi wan êriş kirin û ez jî ji serê xwe birîndar bûm."

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket