Fewaz Ayo; Ev serkeftina dîplomatîka Rojavayê Kurdistanê, ji 3 salan ve tê amade kirin

kurdistani 06:50 PM - 2015-02-16
.

.

Di derbarê serdana şandeya Rojavayê Kurdistanê ya ji aliyê PYD û YPJ`ê ve pêkhatî, peyêvdarê fermî yê malpera Xeber24`ê ji PUKmedia`yê re wiha ragihand; Bê guman hevdîtina hevseroka PYD`ê û endama serokatya YPJ`ê, bi Serokkomarê Firansa`yê re, pêngaveke pir girîng bû, Serkeftinek dîplomasî layîqî serkeftinên leşkerî yên li pir deverên Kurdstanê li himber terorê ( hem ya dewletan hem jî ya DAIŞê ) bi dest ketibûn.

Peyêvdarê fermî yê malpera Xeber24`ê Fawaz Ayo di axiftina xwe ya ji PUKmedia`yê re derbarê serkeftina dîplomatîka Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê de, got: Lê ev Serkeftina diblomasî girêdayî ye bi pir kar û amadekariyên berî nuha bi sê salan li qada nav netwî ji hêla heval û berpirsyarên PYD`ê ve, zemîn bo hevdîtinên bi vî rengî hatiye afrandin û pirsgirêka Kurd li ser masa hemû berpirsyarên Ewropî û navnetewî ye, êdî hebûna kurdan û mafên kurdan têne qebûlkirin.

Fawaz dibê je ku me ji berê ve dizanî ku ew serkeftin wê hem bi leşkerî û hem jî bi dîplomatîk be û wiha nêrîna xwe anî ser ziman û got; Ji destpêka şoresa Rojavayê ve, me dizanî bû, du baskê Serkeftinê ne, leşkerî û sîplomasî, li gor vê baweryê kar û xebat hatin kirin û ta nuha serkeftî derbas dibin .

Ayo di dawiya nêrîn û axiftina xwe ji PUKmedia`yê re aşkirekir: Tu hêzên siyasî nikarin gavên serkeftî di rewşa Sûrî de bavêjin, bè kû hêzeke xwe ya lşkerî hebe, mixabin, berpirsyarên ENKSê, bawer dikirin ku ew dikarin li ser pişta têkilyên Başûrê Kurdistanê û opozisyona Sûrî encamên siyasî an dîplomasî bi dest xwe bixin, lê di zihnîyeta (hizra)  xwe de, ne amedebûn ku nûnerîtya gelên Rojavayê Rojavayê Kurdistanê bikin û hemû derfetên zêrînî ji dest xwe wenda kirin û nikarîbûn bibin alîkar di tu Serkeftinan de. Gelo ew berpirsyarên ku nikaribin ji bo xwe vîza derbasbûna Ewropa peyda bikin û di riya qaçaxçiya re derbas dibin wê çi karê dîplomasî bikin ?!

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket