Nêçîrvan Barzanî: Em dixwazin derfetekê bidin Bexdadê

kurdistani 02:16 PM - 2015-02-16
Nêçîrvan Barzanî: Em dixwazin derfetekê bidin Bexdadê

Nêçîrvan Barzanî: Em dixwazin derfetekê bidin Bexdadê

Piştî serdana wan bo wezareta Kareba îro 16/2/2015 serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û cîgirê serokê hikûmetê Qubad Talebanî kongireyekî rojnamevanî saz kirin.

Di kongireya rojnamevanî de serokê hikûmetê ragihand: Pêştir hikûmeta herêma Kurdistanê her sal bi qasî 3 milyar dînar piştevaniya kerta karebayê dikir lê belê vê dawiyê hikûmet nikare bi wî pereyî piştevaniya kerta karebê bike.

Nêçîrvan Barzanî got: Li Herêma Kurdistanê keltora xirapbikaranîna karebê heye.

Libarê serdana xwe ya Bexdadê jî serokê hikûmeta herêma kurdistanê ragihand: Eger Bexdad bi vî awayî berdewam bêt wê helwesta me ya cuda hebê. Di heman demê de em dixwazin derfetekê bidin Bexdadê , çûnkî qeyrana wê ya darayî heye.

Amaje bi girtina Musilê jî kir, barzanî got. Em naxwazin bi sedema beşdarîkirina me di rizgarkirina bajarê Musilê de şerê Kurd û ereb dirust bibe.

Li beramberî derengketina mûçeya fermanberan jî Nêçîrvan Barzanî got: Ez fermanberan dilrehet dikim ku mûçeyên wan winda nabê lê em nikarin demekê diyar bikin ku emê di wê demê de belav bikin, çûnkî pirsgirekekî me yê kûr a darayî heye.

Nêçîrvan Barzanî got: Bi xwepêşandanan pirsgirêka mûçeyê fermanberan çareser nabe pêwîste fermanber xwe bigrin taku qeyrana darayî bi dawî dibe.

Her weha cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî got: Em li gel bexdadê li ser şandina 550 hezar bermîl neft rojane her sê mehan carekê rêkeftine.

PUKmedia/Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket