Şanda Parlemanterên Herêma Kurdistanê serdana Şaredariya Amedê kirin

kurdistani 03:33 PM - 2015-02-12
Şanda Parlemanterên Herêma Kurdistanê serdana Şaredariya Amedê kirin

Şanda Parlemanterên Herêma Kurdistanê serdana Şaredariya Amedê kirin

Şanda  parlemantoya Herêma Kurdistanê ku bi serdanekê li Bakûrê Kurdistanê ye, li bajarê Amedê serdana Şaresariya  bajarê mezin a Amedê kirin.

Şanda Parlamentoya Kurdistanê ji her yek  Alî Halo, Salar Mehmûd, Muhammededalî Yasîn Taha, Êvar Îbrahim Hussein, Najîba Latîf Ahmed, Kamal Yalda Margûz, Bihar Abdulrahman Muhammed, Parwa Alî Hama û Amanc Îsmaîl Osman pêk dihat, îro (12 sibat 2015) demjimêr 09.00ê serdana  Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin. 

Şandeya Parlamentoya Kurdistanê li deriyê protokolê yê Şaredariyê bi kulîlkan ji aliyê Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli, Hevşaredarên Rezanê Eşref Guler û Bîrsen Akat Ata, Hevşaredarê Peyasê Mehmet Alî Aydin û Sekreterê Giştî Fethî Suvarî û Alîkara Sekreter Rojda Balkaş, endamên meclisê Erkan Erencî, Zahît Çiftkuran û A. Serra Bucak Kuçuk ve hate pêşwazîkirin.

Serdan ji aliyê çapemeniya şaredarî û çapemeniya kurdî ve bi baldarî hate şopandin û axaftina pêşwazîkirinê ji aliyê Hevşaredar Firat Anli ve hate kirin. Anli bal kişand ser hevgirtin û yekrêziya navbera kurdan û got, “Gelê me çawa serê vê sedsalê azadiya xwe bi dest xwe ve aniye, her wisa ew ê bi hev re li dijî êrîşên çeteyan jî têkoşînê bidin û dê wan ji nav bibin. Li Rojhilata Navîn gelê kurd, tirk, fars, ereb, ermen û gelên din, ligel bîr û baweriyên wek êzdî, elewî, sunî, şiî, mesewî û îsewî dê bi hev re bijîn.” Anli bal kişand ku keç û xortên gelê kurd li Şengal û Kobanê bi hev re, mil bi mil li dijî êrîşan ber xwe dan û canê xwe dan û got, “Ev ji bo me pir bi qîmet e.” Anli, bi ser navê gelê Amedê bixêrhatina mêvanan kir û got, “Hûn bi ser ser û çavan hatin.” 

Halo: Em dixwazin têkiliyên civakî, çandî û siyasî pêş bixin

Piştre berdevkê şandeya Parlamentoya Kurdistanê Alî Halo axivî, bi ser navê Serokê Parlamen û Parlamenê gelê Bakur silav kir. Halo, destnîşan kir ku Parlamentoya Kurdistanê têkiliya bi Tirkiye û herêmê re gelekî girîng dibîne, ew têkiliyên navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê gelekî hêja dinirxîne û got, “Bajarê Amedê di dema desthilata partiyên bi kevneşopiya HDPê de gelekî pêşve çûye, ew hêjayî pesindanê ye.”

Halo weha axivî: “Têkiliyên me yên siyasî hatine asteke baştir. Em dixwazin têkiliyên civakî û çandî jî xweştir bin. Li Rojhilata Navîn rewşeke nû pêk tê, me divê di vê rewşê de kurd bi hev re di warê siyasî, civakî, neteweyî û çandî de destkeftiyên baştir bi dest bixin.

DAÎŞ ji bo Rojhilata Navîn xeterek mezin e. Beşeke mezin a ajandaya DAÎŞê ax û welatê Kurdistanê ye. Ji ber vê jî ji bo me yekrêziya neteweyî bi hemû pêkhateyên welatên me re (êzdî, şebek, turkman, Asûrî-keldanî) gelekî girîng e. Wek tê zanîn, hinek derdor çi rasterast çi jî neyekser piştgiriya DaÎŞê dikin. Ji ber vê jî serkeftina me ya li Kobanê, Mexmûr û Kerkûkê, serkeftina cîhana demokrasiyê ye. Îro li Başûr û Rojavayê Kurdistanê kurd li dijî terorîzmê têdikoşin. Kurd, bereyê demokrasî yê li dijî terorê ne. Lewre jî êrişa bi ser Başûr heman demê êrişa bi ser Tirkiye, Îran, Iraq û Surî ye. Ji bo pêşwazîkirina we ya jidil ez dîsa spasiya we dikim.”  

Şande da nasandin

Halo, piştre endamên şandeya Parlamentoya Kurdistanê yek bi yek dane nasandin: “Ez Endamê Komîsyona Çavkaniyên Surîştî û Enerjiyê me. Salar Mahmûd Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamentoyê ye. Muhammededalî Yasîn Taha parlamenterê PDKê ye. Êvar Îbrahim Hussein Seroka Komisyona Jinan û endama Komisyona Civaka Sîvîl e. Najîba Latîf Ahmed Endama Komisyona Etîkê û Komisyona Civaka Sîvîl e. Kemal Yalda Margûz, Parlamentera bi ser Koma Suryanî Keldanî ya Parlamena Kurdistanê ye û Endama Komisyona Veguhastin û Şarevaniyê ye. Dîsa Bihar Abdulrahman Muhammed, endama Komisyona Jinan û Komisyona Mafên Mirovan e. Perwa Alî Hama jî parlamentera Partiya Gorran e û endama Komisyona Medya û Civaka Sîvîl e. Amanc Îsmaîl Osman jî rojnamavan e.” 

‘Têkoşîna kurdan azadiyê tîne Rojhilata Navîn’

Piştre Hevşaredar Gultan Kişanak jî kêfxweşiya xwe bi pêşwazîkirina şandeya Parlamentoya Kurdistanê a li Amedê derbirî û ev seradan ji bo têkoşîna demokrasiyê wek gaveke mezin nirxand. Kişanak kêfxweşiya xwe anî ziman ku nîviya şandeyê ji jinan pêk tê û got, di şandeyê de nûnerên ji part û hîzbên cuda cuda jî nîşana demokrasiya nav kurdan e. Kişanak bal kişand ku têkoşîna kurdan di wê astê de ye ku ji tevahiya Rojhilata Navîn re wekhevî û demokrasiyê bîne û got, berxwedana li Kobanê, Mexmûr û Şengalê nîşana vê yekê ye.

Kişanak got: “Divê hemû dinya qîmetê vê bizanibe. Em ziman, dîn û axa xwe diparêzin, hema demê em nirxên mirovahiyê diparêzin. Hûn dîsa ser ser û çavan hatin. Bo têkoşîna we daxwaza serfiraziyê dikim.” Şandeya Başûr, li Amedê serdan û geryana xwe didomîne.

PUKmedia / Şaredaraya Bajarê Mezin a Amedê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket