Kosret Resûl: Îranê her dem piştgirî da Gelê Kurd

kurdistani 08:16 PM - 2015-02-11
Kosret Resûl: Îranê her dem piştgirî da Gelê Kurd

Kosret Resûl: Îranê her dem piştgirî da Gelê Kurd

Bi helkefta 36  salvega şoreşa Îslamî ya Îranê cîgirê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Kosret Resûl Elî sê peyamên cuda yên pîrozbahiyê aresteyî her yek ji Serokkomarê Îranê Hesan Rohanî, serokê encumena Şûra Îslamî ya Komara Îranê Elî Larîcanî  û Rehberê Şoreşa Îslamî ya Îranê Ayatullah Elî Xaminî kirin.

Di serî de cîgirê sekreterê giştî yê YNK`ê Kosret Resûl Elî di payamên xwe de, 36 salvegera şoreşa Îsalmî ya Îranê  bi navê xwe û encumena serkiryetiya YNK`ê pîroz kir û pîrozbahiyên xwe yên gerim aresteyî gelê Îran û her yek ji Rehberê Şoreşa Îslamî ya Îranê Ayatullah Uzma Elî Xaminî, Serokkomarê Îranê Hesan Rohanî û Serokê Encuman Şûra ya Îranê Elî Larîcanî kir.

Kosret Resûl di peyama xwe de ya ji bo Ayatullah Uzma Elî Xaminî got; Şoreşa Îsalmî ya bi rêbertiya Ayatullah Xumeynî rêjîma Şah a dîktetor rûxand û bû bi argûrê gelên daxwaz azadiyê dikin  ku yek jê gelê Kurd e.

Birêz Kosret Resûl da xuya kirin ku gelê Kurd li Kurdistana Îraqê di heyama 36 salan de ji bo azadiyê gelek qurbanî dan û Komara Îsalmî ya Îranê gelek alîkarî û yarmetî da gelê Kurd, bi teybet dema Şoreşa Nû bi serpereştiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê dest pê kir, alîkarî da hêzên Pêşmerge, koçber hembêz kirin sînor li pêşberî bi hezaran ji Kurdin Kurdistana Îraqê yên ji ber stem û zordariya rêjîma Sadam reviyan vekir, ji ber vê çendê em dêndarê komara Îsalmî ya Îranê ne.

Kosret Resûl her wiha da xuya kirin ku Şoreşa Îsalmî ya Îranê yek ji hokkarên têkbirina rêjîma zordar û azadkirina gelê Îraqê bû.
Cîgirê sekreterê YNK`ê Kosret Resûl her wiha da xuya kirin ku Komara Îslamî ya Îranê di damezrandina hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî alîkar bû, û diyar kir ku peyweniyên diplomasî, siyasî û barizganiyê ligel Îranê her berve pêşve diçin.

Kosret Resûl di peyama xwe de bal kişand ser bi rewşa îro jî û got: Di demekê de ku gelê me vê carê li hember dujiminekî hov ku bi navê Îsalmê tewanên xwe pêk tîne û hemû nirxên mirovahî û olî bin pê dike, şer dike, Îranê weku erkekî mirovî alîkarî û yarmetî da Îraqê û birayên xwe yên Kurd û got; Em Bawerin ku emê bi alîkarî û yarmetiya Îranê di şerê li hember terorîstên DAIŞ de bi serkevine.

Kosret Resûl di dawî de got; Divyabû em salvegera şoreşa we pîroz bikin, em hêvîdarin hun bêtir alîkarî û piştgirî bidin gelê Kurdistanê û gelên navçeyê û peywendiyên di navbera me de bi hêztir bikin.

PUKmedia / Pukpb.org

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket