Qubad Talebanî ligel cîgirê serokwezîrê Mîrneşîna Ereb civiya

kurdistani 06:48 PM - 2015-02-10
Qubad Talebanî ligel serokwezîrê Mîrneşîna Ereb civiya

Qubad Talebanî ligel serokwezîrê Mîrneşîna Ereb civiya

Di çarçoveya serdana şande hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Mîrneşîna Yekgirtî ya Ereb ( Îmarat), îro 10 / 2 / 2015`e cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdsitanê li Dubey ji aliyê cîgirê serokwezîr û wezîrê karûbarê Seroketiya Mîrneşîna Ereb Şêx Mansur Zayêd El-Nihyan ve pêşwazî lê hate kirin.

Di hevdîtinê de her yek ji wezîrê Darayî, Aborî, plandanan, peyvdarê fermî bi navê hikûmetê û sekreterê encume wezîran a Herêma Kurdistanê jî amadebûn, herdu aliyan di hevdîtinê de peywendiyên Herêma Kurdistanê û Mîrneşîn Yekgirî ya Ereb hilgirtin dest û cexit li ser wê yekê kirin ku divê ev peywendî  di asta hemû waran de çi aborî, bazirganî, kelturî û civakî bin bêne pêşxistin.

Cîkgirê serokwezîr ji ber hevkariya mirovî ya Mîrneşîn Yekgirtî ya  Ereb bi riya heyva Sor a Îmarat pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine, spasî li cîgirê serokwezîrê Mîrneşna Ereb kir û daxwaz kir Mîrneşîna Ereb berdewam be di pêşkêşkirina hevkariya mirovî de bo Herêma Kurdistanê Kurdistanê.

Her wiha da xuya kirin ku beşdarbûna şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê di lutkeya Dubey de bibe bingeha dirustikirina pireke din di navbera Herêma Kurdistanê û Mîrneşîna Yekgirtî ya Ereb.

Di hevdîtinê de her wiha herdu aliyan rewş û pêşhatiyên li navçeyê rûdidin, şerê li dijî rêxistina terorê DAIŞ hilgirtin dest nirxandin û şîrovekirin, ji aliyê xwe ve Qubad Talebanî diyar kir ku ew hêvîdare ev bardxo û aloziyên niha li navçeyê rûdidin ne bin hokarek peyweniyên di nabera herdu aliyan de sist bikin û da xuya kirin ku divê peywendiyên di navbera Mîrneşîna Ereb û Herêma Kurdistanê bêne pêşxistin û geş kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket