Asya Ebdulah; Me li ser pêşeroja Rojavayê Kurdistanê bi Holand re şirov e kir

kurdistani 10:31 AM - 2015-02-10
 Asya Ebdulah; Me li ser pêşeroja Rojavayê Kurdistanê bi Holand re şirov e kir

Asya Ebdulah; Me li ser pêşeroja Rojavayê Kurdistanê bi Holand re şirov e kir

Asya Ebdulah dibêje di hevdîtina bi serok Holand re, me li ser pêşeroja Rojavayê Kurdistanê bi Holand re şirov e kir.

Roja yekşemê 8-2-2015`an, şandeyeke Rojavayê Kurdistanê serdana Qesra Alîzeya Firansayê kir û ji aliyê serokê wî welatî Firanswe Holand ve bi germî hat pêşwazî kirin.

Di wê barê de, hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê Asya Ebdula ragihand ku şandeya wan bi awayekî fermî ji aliyê Qesra Eîzeya Firansayê ve hatibû vexwendin û piştre jî şandeyek ji Hevseroka PYD`ê Asya Ebdulah û fermandara YPJ`ê Nesrîn Ebdulah û nûnerê PYD`ê yê Firansayê Dr. Xalid Îsa pêkhat û çûn serdana serokkomarê wî welatî.

Her weha Asya Ebdulah di derbarê wê civînê de, got; Naveroka wê civînê li ser rewşa giştî a siyasî û ewlekariyê li navçe û Rojavayê Kurdistanê û serkeftina Kobanê û paşeroja doza gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bû.

Hevseroka PYD`ê aşkire kir ku serokê Firansayê Firanswe Holand rêzê xwe ji berxwedanvanên berxwedana Kobanê re ragihand ku girîngî û pêngava azadkirina Kobanê pir mezin nirxand û bi serkeftineke dîrokî li ser terorê de nirxand û ji bo peywendiyên Firansa û Rojavayê Kurdistanê, ev hevdîtin bi derfeteke zêrînî da zanîn.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket