Kosret Resûl pîrozî li Yekgirtuwa Îslamî ya Kurdistanê kir

kurdistani 03:58 PM - 2015-02-07
Kosret Resûl pîrozî li Yekgirtuwa Îslamî ya Kurdistanê kir

Kosret Resûl pîrozî li Yekgirtuwa Îslamî ya Kurdistanê kir

Cîgirê sekreterê gitşî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Kosret Resûl Elî bi helkefta salvegera damezrandina Yekgirtuwa  Îsalmî ya Kurdistanê
peyamek pîrozbahiyê aresteyî sekreterê giştî û endamên mekteba siyasî ya Yekgirtuwa Îslamî ya Kurdistanê kir, eve deqa peyamê:

Bi navê xudayê mezin û mihrîban

Sekterterê giştî yê Yekgirtuwa Îsalmî ya Kurdistanê birêz mamoste Mihemed Ferec

Birêzan endamên mekteba siyasî ya Yekgirtuwa Îslamî ya Kurdistanê

Bi 21 salvegra damezrandina Partiya we, germtirîn pîrozbahiyên aresteyî we dikim û hêvîdarim her dem geş bin û pêşve biçin.

Ji bo gelê me yê Kurd mafên xwe yên rewa bi dest bixe, ji roja hatî damezrandin ve û ta roja îro rola Yekgittuwa Îslamî ya diyar û aktîv di nav civakê de ligel alî û partiyên din nayê ji bîr kirin û ber alî kirin. Ligel şerê leşkerî, îro û di demekê de kuKurdistanû navçe di nav helûmercên teybet de ye, divê hemû alî û bi teybet partî û aliyên Îslamî di zanakirina welatiyan û hişyarkirina wan de ji armancên terorîstan ên qirêj xwedî rol bin.

Her wiha pêwîst dibînim ku di vê dema hestiyar de û derbarê pirsên netewî û nîştimanî de, ta em bighêjin daxwaz û armancên xwe, hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê gotara xwe bikin yek û yekdeng bin.

Careke din salvegera damezrandina Yekgirtuwa Îsalmî ya Kurdistanê pîroz dikim.

Kosret Resûl Elî

Cîgirê sekreterê giştî ya YNK`ê

PUKmedia / Pukpb

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket