Yemen: Husiyan parleman hilweşand

kurdistani 09:53 AM - 2015-02-07
Yemen: Husiyan parleman hilweşand

Yemen: Husiyan parleman hilweşand

Çekdarên Husî yê Yemenê ragihandin ku hikûmeta welêt bi destxistine û parleman jî hilweşandine.

Çekdarên Husî roja înê 6/2/2015 bi daxuyaniyekê di televizyona niştimanî ya Yemenê belavkirine û ragihandin: Encûmenekî 5 kesî heyaq du salan desthilata welêt birêve dibe û cihê serokê destjikarkêşayî yê welêt Ebdrebe Mensur Hadî digre.

Di ragihandina xwe de Husiyan amaje bi wê yekê jî kirin ku komîteya Şoreşê berpirse li pêkanîna parlemanê welêt û berpirsyartiya wê komîteyê jî di destê Mihemed Elî Husî de ye û parlemaanê nû jî dê ji 551 endaman pêk bê.

Hêjayî gotinê ye ku Husiyan di meha îlona sala par Sanaya paytexta Yemenê xiste jêr çengê xwe û neçar kir ku serokê wî welatî Ebdrebe Mewnsur Hadî dest ji kar bikşîne.

PUKmedia/Radyo Ferda -Cewad Heyderî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket