Bi wêne.. Kosret Resul serdana bazara Silêmaniyê kir

kurdistani 02:56 PM - 2015-02-06
 Kosret Resul serdana bazara Silêmaniyê kir

Kosret Resul serdana bazara Silêmaniyê kir

Piştî beşdarîkirina li bereyên şer û parastina li axa Kurdistanê û welatiyên wê, îro 6/2/2015 cîgirê fermandarê giştiê hêzên şekdarî yê Kurdistanê Kosret Resul elî serdana bazara Silêmaniyê kir û çavê wî bi welatiyên bajêr ket.

Mebest li serdana cîgirê fermandarê giştiyê hêzên çekdarî yê Kurdistanê bo nava bazara bajarê Silêmaniyê weku peyamek ji welatiyan re ku rewş wê bi dawî bibe û û bi hewla hemû aliyekî dê terorîst jinav biçin.

Kak Kosret Resul her weha li hal û rewşa xelkê bajêr pirsî û hêvî xwest ku hertim asayîş berqerar bêt û axa kurdistanê her di xweşiyê de be.

Kosret Resul got jî: Morala polayî ya hêza pêşmerge ya Kurdistanê bûye dirî di çavê terorîstan de ku hertim li bereyên şer bibin dikevin û şiyana wan nîne ku bibin metirsî li ser axa Kurdistanê û jiber wê jî şikestin li dûv şikestinê dixwin û li beramberî berxwedana pêşmerge şoq derbas dikin.

Li dawiyê Kosret Resul gotî: Bi hewla hemû aliyan, serkeftina temam li ser çeteyên DAIŞ gelekî nêzîke.

PUKmedia/Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket