Neteweyên Yekbuyî nameyek ji Kosret Resul re şand

kurdistani 10:31 AM - 2015-02-06
Neteweyên Yekbuyî nameyek ji Kosret Resul re şand

Neteweyên Yekbuyî nameyek ji Kosret Resul re şand

Şanderê taybet yê Neteweyên Yekbuyî li Êraqê Nîkolay Mîladînov nameyek ji cîgirê serokê herêma Kurdistanê re şand û têde hevxemiya xwe bi şehîdbûna polek ji pêşmergeyên qehreman û herdu şehîdên fermande lîwa Husên Mensur û emîd Şêrko Fatîh anî ziman.

Nîkolay Mîladînov di peyama xwe de dibêje: Parastina bêwêne ya pêşmerge nimûneya berxwedana demdirêj ya wê yê rêzdare, rola we di serkeftina şerê Kerkûkê de li dawiya heftiya borî beşdarîkirinek bê wêne ya lîwaya 3 em taybet bi bilind dinirxînin, her weha ji bo ew serkeftina wê di parastina Kerkûkê û welatiyan li hemberî ew êrişa ne mirovane ya DAIŞ`ê, em dixwazin pîrozbahiya we ya birêz û pêmergeyên we ên qehreman bikin.

Di dirêjahiya nameya xwe de şanderê Neteweyên Yekbuyî nivîsiye: Jinavbirina ew hêza şerxwaz û parastina asayîşa Herêma Kurdistanê û Êraqê dibe baştirîn pend û wane ji bîranînên wan, Neteweyên Yekbuyî dê berdewam be di hemahengî û piştevaniya we û berxwedana we de.

PUKmedia/Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket