Kosret Resûl Kerkûkiya dilniya dike

kurdistani 03:12 PM - 2015-02-05
Kosret Resûl Kerkûkiya dilniya dike

Kosret Resûl Kerkûkiya dilniya dike

Cîgirê fermandarê giştî yê Hêzên Pêşmerge Kosret Resûl Elî îro pêncşemê 5 / 2 / 2015`e serdana avahiya parêgeha Kerkûkê kir.

Kosret Resûl li avahiya parêgeha Kerkûkê bi amadebûne her yek ji serokê encumena Kerkûkê bi wekalet Rêbwar Fayîq, endamê polîtburoya partiya Demokrata Kurdistanê û berpirsê rêgeha Dibs Kemal Kerkûkî, endamê polîtburoya YNK`ê Saidî Ehmed Pîre, cîgirê parêzgarê Kerkûkê û hejmarek ji endamên encumena Parêzgehê û rayedarên ewlekariyê li Parêzgehê, ligel Parêzgarê Kekûkê Dr.Necmedîn Kerîm civiya.

Di hevdîtinê de rewşa ewlekariyê û amadehiya hêzên Pêşmerge li çeperên şer li berember her êrişekê hate goftûgo kirin, her wiha wêrekî, mêrxasî û xweragirtina hêzên Pêşmerge li berember êrişên terorîsatan berz hate nirxandin.

Di hevdîtinê de û ji aliyek din ve yekrêziya welatiyên Kerkûkê û helwesta yekgirtî û piştgiriya bê sînor ji hêzên Pêşmerge û ewlekariyê re diyarkirine giranbiha hate nirxandin.

Di civînê de welatiyên Kerkûkê hatine dilniya kirin ku dê hêzên ewlekariyê û pêşmerge bersivê bidinher hewldaneke jinavbirina ewlehiya Kerkûkê û tekez li ser wê yekê kirin ku dê Kerkûk her bi yekîtiya di navbera pêkhateyên wê de bi hêz û mezin be.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket