Rûniştina ne asayî ya parlemana Kurdistanê li Helebçe destpê kir

kurdistani 11:13 AM - 2015-02-05
Rûniştina ne asayî ya parlemana Kurdistanê li Helebçe destpê kir

Rûniştina ne asayî ya parlemana Kurdistanê li Helebçe destpê kir

Îro 5/2/2015 danê sibehê li bajarê Helebçe rûniştina ne asayî ya parlemana Kurdistanê bi mebesta pesendkirina projeyasaya bi parêzgehbûna Helebçe destpê kir.

Di rûniştinê de her yek li Qubad Talebanî cîgirê serokê hûkmeta herêma Kurdistanê û wezîrê navxwe û wezîrê darayî yê hikûmeta herêmê, herv weha cîgirê serokê parlemana Êraqê Aram Şêx Mihemed jî amadebûn.

Rûniştina parlemanê bi deqeyek li ser rihê şehîdan westan destpê kir û piştre jî serokê parlemana kurdistanê gotinek pêşkêş kir û amaje bi wê yekê jî kir ku ji niha û pêve Helebçeyî xwe bi xwe birêve bibin.

Her weha spasiya lîjneya darayî ya parlemana Êraqê jî kir ku di yasaya budceya giştî ya Êraqê de navê parêzgeha Helebçe jî bicî kiriye, li gor wê jî li beşa budceya Herêma Kurdistanê jî Helebçe weku parêzgeh budce jêre dê bê terxan kirinê.

PUKmedia/Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket