Kosret Resûl:Divê dujimin di wê zanebûnê de be Kerkûk bo me xêzek sore

kurdistani 05:20 PM - 2015-02-03
Divê dujimin di wê zanebûnê de Kerkûk bo me xêzek sore

Divê dujimin di wê zanebûnê de Kerkûk bo me xêzek sore

Cîgirê fermandarê giştî yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Kosret Resûl Elî îro sêşemê 3 / 2 / 2015`e  li bajarê Kerkûkê ligel fermandar û serpereştiyarê çeperên şer li Kerkûkê civiya.

Civîn bi amadebûne her yek ji berpirsê operesyonên Kerkûkê Mihemed Hacî Mehmûd, parêzgarê Kerkûkê Dr.Necmedîn Kerîm, fermandarê hêzên 70 Şêx Cafer Şêx Mustafa, endamê mekteba siyasî ya YNK`ê Rifat Ebdulla, berpirsê malbenda rêxistinên YNK`ê li Kerkûkê Aso Mamend û berpirsê rêgeha Kerkûk-Dibis Kemal Kerkûkî birêve çû.

Di civînê de rewşa leşkerî li çeperên şerê li dijî DAIŞ û rewşa ewlekariyê li bajarê Kerkûkê hate nirxandin.

Cîgirê fermandarê giştî ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di civînê de tekez li ser girîngiya Kerkûkê li ba gelê Kurdistanê kir û got: Divê dujmin di wê zanebûnê de bin, ku ji bo me Kerkûk û deverên din ên Kurdistanê xêzeke sore, em ev şerê bi ser me de hatî sepandin weku berdewamiya şoreşên me yên ji bo azadî û bergirîkirin  li xak û sînorên Kurdistanê  dibînin û dinirxînin, ji ber vê çendê em amadene ji bo parastina Kerkûk û hemû deverên Kurdistanê qurbaniyan bidin û her çi ji me bê em bikin.

Birêz Kosret Resûl welatiyên Kerkûkê bi hemû pêkhateyan ve dilniya kirin ku hêzên pêşmerge yên qehreman dê bergirî li ewlehî û rûmeta hemû Kerkûkiyan bikin, her wiha berxwedan û qurbaniyên hêzên pêşmerge di şerê li dijî terorê de ya Kerkûk û hemû deverên welatên rûbibû yê, didin berz nirxand.

Cîgirê fermandarê giştî wiha pê de çû: Bila welatiyên me dilniya bin, em li virin û ti carî rê nadin terorîst yek bost ji xaka Kurdistanê ya pîroz qirêj bikin, em li berember hemû dibetiyan amadene û emê bi tundî bersiv bidin wan.

Di civînê de wekî din plan û bernameyên rojên pêş ên hêzên pêşmerge li beremberî êrişên çeteyan li Parêzgeha Kerkûkê hatin gotebêj kirin.

PUKmedia 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket