Mam Celal li pirtûkxaneya xwe pêşwazî li dostên xwe dike

kurdistani 07:06 PM - 2015-02-02
Mam Celal li pirtûkxaneya xwe pêşwazî li dostên xwe dike

Mam Celal li pirtûkxaneya xwe pêşwazî li dostên xwe dike

Îro duşeme 2/2/2015, li Qeleçolanê kesayetiyê siyasî naskirî yê Êraqê Ebdulîlah Nosrawî  û parlemanter Hafiz Mihdî, serdana serok Mam Celal kirin.

Di hevsîtinê de her yek li Dr. Letîf Reşîd Omer Ebdula û Faruq Mela Mistefa jî amade bûn, herdu dostê kevin yê serok Mam Celal kêfxweşiya xwe nîşandan ku tendirustiya rêzdarî başe û carek din jî bi dîtina hevxebat û dost û hevalê xwe serok şad bûne.

Di axaftinên xwe de herdu dostên kevin rola serok Mam Celal bi bilind û giring di qonaxên cuda cuda yên xebata li dijî dîktatoriyetê û avakirina Êraqê de wesif kirin, ku cihê destê rêzdarî têde diyare bi taybetî di yekxistina rêzên gel û komkirina aliyan bo çareserkirina kêşeyan û çespandina desmokrasiyê û avakirina dewleta Êraqê, yekîtiya nava pêkhateyan. Ew jî diyar kirin ku rewşa niha wê yekê diselmîne ku pêgeha serok Mam Celal di van şert û mercan de çendê giring û pêwîste.

Li dawiyê jî her yek li Nosrawî û Hafiz Mihdî kêfxweşiya xwe dupat kirin bi hevdîtinê û leş saxiya berdewam ji bo serok Mam Celal xwestin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket