Em her yek li ber sêdarekê sekinîn.. Ji Bo bîranîn Şêx Seîdê Kal

kurdistani 10:48 AM - 2015-02-02
 Ji Bo bîranîn Şêx Seîdê Kal

Ji Bo bîranîn Şêx Seîdê Kal

Gelî xwedîbaweriyên hêja, îşev mirovekî bi şaşik û kiras-fîstanê spî hat xewna min. Şaşika bi kumekî sipî ku li dora wî çefiyeke belek gerandî, ew kiribû wekî Xoceyê Xizir yê ku di xeyala min de her tim hebû. Li ser kirasê sipî jî êlegekî reş ku zincîra seeta wî pê de daleqandî, hebû. Hêzranê wî di destan de û carinan bi wî hêzranî xêtikên tewl bi tewl, wekî nexşeyê li erda nêvî ji qûma şetê Dîcle çêdikir.

 Erê… li perê bexçeyê me yê li Hewselê, çîroka xwe ji min re digot wî merivê nûranî;
  “Piştî ku serokê rêxistina me Xalit Begê Cibrî û Yusufê Ziya hatin girtin, ez bûm serokê serhildanekê di civîneke li cîhekî Dara Hênê… navê cîh nizanim, nayê bîra min; hema tu bibêjî li wî warî… li wî palî… li wî milî… li nava wê bestê. Piştî ku bûm Emîrul Mucahîddîn. Bi navê “Emîr'ul Mûcâhîdîn Mûhâmmed Sâîd Neqşebendî” min destmala xwe yî hinekirî xist destê xwe û ez rabûm li nava eşîr û cemeatan geriyam, min çû xwe avêt şêx û mişayixan. Min got ‘Ma hûn nabêjin çi ji vî halê me re? Ev Kurdistan e, ne bostan e, ku kî bê û lê bidin lotikan, ev nabe, divê em tiştekî bikin, dînê me jî ji dest me çû.’ Xwedê ji te û wan razî be, gelek hatin hewara min. Heta hinekan nizanim ji kêfan, nizanim ji nezanî, nigên xwe radan û zimanê xwe jî dirêj kirin û bêyî haya me jê çêbibe dest bi serhildanê jî kirin. Gelek xeletiyên, eşîrtî û axatiyê em xistin zor û zahmetiyên mezin. Hema hema bi dahfdaneke ji neçarî em hatin heta ber Bircên Bedena Diyarbekir.

Ew roj 7’ê Adara 1925’an bû. Wê rojê heta sibehê me şer kir. Şervanên me ji kuçeya dawî vekişiyan. Bawer bike erê me Diyarbekir nestend û em vegeriyan lê belê bawer bike di orta Adarê de Kurdan Kurdistan giş sitendibû. Belê xwedê ji xayinan re û ji nezantiyê re nehêle, nezaniya fenî. Zanebûna ilmî hebû hinekî, lê a teknîkî na… ku hebûya me dikarîbû pêşiya qefleyên leşkerên ku dihatin ser me, bigirta. Gelek kesan bi hêsanî dikarîbû Stesyona Mêrdînê birûxanda û nehişta leşkerek jî ji wir derkeve. Lê me gelekan tenê bi mêraniya serê çiyan girtibû û ji wê mêraniya tazî bawer kiribû. Fen û teknîk nedihat bîra me wê demê. Siyaseta bêrehm jî nedihat bîra me. Yanî me negot emê bi fenû fûtên siyasetê bigirin, te digot qey em wekîlê xelîfê bûn, rehmê dilê me tije kiribû, me tahde li gêrîkê jî nedikir. Lê bawer bike dinya ne wisa bû, dinya giş bêrehm û li bendî fenan bûn. Haya gelekên hevalê me ji netewetiyê tunebû, kesî ji me azadî tahm nekiribû.

Me digot qey tenê pênc herf in A- Z- A- D- Î. Wateya wê, kûrbûn û mezinbûna wê neketibû hişê me qey. Ku me Kurdan gişan azadî tahm kiribûya me dê gişan ji bo serkeftinê tiştên mezin bikirana bawer bike. Alemên dinyayê ji bo berjewendiyên xwe gelek tişt dikirin, qey em hinekî kawik bûn, nizanim. Me jî zanîbû berjewendî, lê ya şexsî me zanîbû, ya netewî li dû dima.  Gelekên ji me, ji eşîrên Kurdan, ji ahlên me, bi dewletê re êrişî me kirin. Gosilmeta mezin tu zanî çibû? Yê pêşî, yekî bi navê Mehmet Beg, ji eşîra me bû, ew bi xwe bi dewletê re bû. Ya duduyan û bobelat û sosretiya bi rûreşî jî çibû tu zanî? Binbaşî Kasim Begê hevlingê min xayintiyek pir mezin bi min re kir, ji xwe nayê gotin û di vekişandina me de wî û mufrezeyekê dora me girtin û ez girtim û teslîmî dewletê kirim, li ber çemekî. Hêjayî ku mirov serê xwe li dîwaran bixe ne wisa. (çend ricifên tenik li çavên wî yê bi xelqeya reş û bi kilê pêçayî peyde bû.
Erêêê… erê… Em çil û heft heb bûn… Erê çil û heft... Em giş li Diyarbekir li ber Deriyê Çiyê… Sêdarên ku ji hewrên ber Çemê Dîjle çêkiribûn serast kirin…  berî şeveqê bi fîstanên-kefenên spî û destên me li paş me girêdayî, li kêlekên me her yekî, du leşkerên bi cilên reşxuyayî, di ber kevirê Fîsê re em meşiyan. Berî ku em bigihêjin cihê sêdarê yê ji deriyê çiyê û berbi rojhilat bi 500 metreyî, meleyê sibehê bawer dikim ji minareya çarnig de dest bi azana şerîf kir. Yarebî çiqas xwesh dixwend ew azan, min qet nedixwest ew azan biqede. Min dixwest destê wî melayî, çavên wî meleyî maçî bikim. Min dixwest şaşika wî, xwêdana eniya wî bêhn bikim. Min her tişt ji bîr kiribû wê kêlîka azanê. Min digot qey aniha wê yek bangî min bike bibêje ‘heydê nimêjê şêxê min’. Erê bangî min kiribû yekî, dema ku mela gotibû ‘Heyalel Felah, Heyalel Felah’.  Dengek… dengekî ku nehişt heta dawiyê dengê azanê jî bê me “haydê begler, şêxler, mişaîxler haydê selaya, haydê sehpaya’*.  Mirin şêrîn bûbû wê kêlîkê bi min, bawer bike, ji ber wê peyva wî. Erê… ji ber wê yekê me lezand û bi mêranî em çûn ber sêdaran. Em her yek li ber sêdarekê sekinîn. Serê te ne êşînim û hema bi Kurtî bibêjim, berê me dan çem û em xeniqandin. Em wisa têk çûn… Erê em têk çûn lê guhdar bike çi dibêjim, nizanim te dîtiye qet, ‘me navê xwe kola li bircên diyarbekir’ tu zanî. Niha li bin rexên birc û bedena Diyarbekir û deviyên Kurdistanê tije neviyên me ne.”

Dema ku peyva xwe qedand, destê xwe yî çepê li pişta min gerand û rabû ser xwe, bi dawa kirasê xwe yî sipî girt û berê xwe bi jor vekir, dengekî ku min fêm nekir ji qirrika wî derket û bi hewa ket. Li jor hinekî zîz bû û pê re jî berê xwe da aliyê rojava û di ser bircên Deriyê Çiyê re winda bû…

Ez pir tirsiyabûm û barînek bi min ketibû.  Bi veciniqînekê şiyar bûm ku kes nebîne wê xofa min î mezin. Min xwêdan dabû û hê jî diricifîm. Rabûm û min bi lezgînî berê xwe da bircên Deriyê Çiyê. Çûm ser birca mezin û min berê xwe da rojava û zîvirîm başûr. Ji şênkahiya daran û şitlên hewrên Hewselê erd nexuyabû, heta ser Çemê Dîcleyê û dengê Meryemxan û strana wê ji rawestgeha dolmîşên Çewlikê bilind dibû;

De hêêê... wezê bi diyarî Mûşa şewitî ketim navî dara
De wezê bi diyarî Mûşa şewitî ketim navî dara
De bejna bavê Koroxlî bejna wî şîkan û şapikan çitara
De telxirafek vî bavê Koroxlî re vê sibê hatî çi nizara
Perîşanê bi sê denga li Perîxanê dikir gazî
Digo, xwakê  porê serê min û te kur bê
Derbek li bavê Koroxlî dane
Ay bi sê gulla li biniya ‘Deriyê çiyê’ birîndar e
Ay de bavo, ay de bavo wî bavo, ay de bavo wî bavo…
*Heydê sêdarê.

Nivîskar: Çiya Mazî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket