Mesûd Barzanî bersv da Kosret Resûl

kurdistani 12:56 PM - 2015-02-01
Mesûd  Barzanê bersv da Kosret Resûl

Mesûd Barzanê bersv da Kosret Resûl

Piştî ku duh 31 / 1/ 2015`e cîgirê Serokê Herêma krudistanê mizgiya serkeftina hêzên pêşmergeyên Kurdistanê bi peyamekê arestey serokê Herêma Kuristanê Mesûd Barzanî kir, Serok Mesûd Barzanî îro bersiv da peyama mizgîniya serkeftina serkeftinê.

Îro 1 / 2 / 2015`e Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bersiv da peyama mizgîniya serkeftinê ya cîgirê serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî asateyî wî kir û ragihand ku: Mizgîniya serkeftina hêzên Pêşmerge li mihwera Kerkûkê bi ser terorîstên DAIŞ de hemû Kurdistanî dilxweş kirin û spasî li Xudayê mezin û hêzên pêşmergeyên Kurdistanê yên qehreman kir.

Eve deqa peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Birayê birêz Kak Kosret Resul Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê

Mizgîniya serkeftina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li mîhwera Kerkûkê li ser terorîstên Da'îş hemû Kurdistaniyekî xweşhal kir. Spas ji bo xwedayê mezin, spas ji bo Pêşmergeyên me yên qehreman û destê hemû aliyek xweş bê.

Silav ji bo giyanê pakê şehîdên me yên qehreman ku bi xwîna xwe bergiriyê li ax û kerameta Kurdistanê kirin. Hêviya başbûnê ji bo birîndarên şerên mîhwera Kerkûk û hemû bereyên cengê dijî terorîstan dixwazim.

Ji bo wê tevgera ku we kir spas û pêzanînên min ji bo cenabê we û hemû fermande û Pêşmergeyên wêrek heye ku we terorîstan şikand. Destên we xweş bê.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

01.02.2015

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket