Kosret Resûl:Dujiminê nêzî Kekrûkê bibe wê bi agirê Baba Gugrgur bisote

kurdistani 09:06 AM - 2015-02-01
Kosret Resûl:Dujiminê nêzî Kekrûkê bibin wê bi agirê Baba Gugrgur bisote

Kosret Resûl:Dujiminê nêzî Kekrûkê bibin wê bi agirê Baba Gugrgur bisote

Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî sebaret bi serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê  li bereyên çeng û têkdana terorîstên DAIŞ peyamek aresteyî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir, eve deqa peyamê:

Bi Navê Xudayê Mezin û Mihrîban

Birêz serokê Herêma Kurdistanê-Kak Mesûd Barzanî

Cemawerên Kurdistanê yên xweragir

Silavek gerim..

Bi min xwşe mûjdeya serkeftina hêzên pêşmergeyên Kurdistanê di şerê du rojên dawî de li dijî li terorîstên DAIŞ de, me encam da bi we rabighînim,  ku bi xwîna çendîn Fermande û Pêşmergeyên qehreman hate tomar kirin jê:

1- Lîwa Husên Mansur - Fermandarê hêza 2 piştevanî

2- Emîd Şêrgo Fatîh - Fermandarê lîwaa Kerkûkê

3- Eqîd Narîman Doşka - Fermandarê fewc di lîwaa sê ya teybet bi cîgirê serokê Herêmê

4- Eqîd Şêrzad Zenge – Cîgirê fermandarê lîwaa 134 a hêzên 70

Bi ew dîmenên mêrxasiyê û bi beşdarbûn û tekoşîna çendîn fermande û Pêşmergeyên qehreman ên giyana xwe dan ser destê xwe, hemû ew navçeyên ketibûn bin kontirola terorîstên DAIŞ de, jinûve hatine azad kirin.

Bi vê helkeftê jidilve pîrozbahî li xelkî Kurdistan, kesûkarên şehîdên nemir û pêşmergeyên qehreman dikim, û divê dujmin baş bizanibin ku dema nêzî Kerkûkê bibin dê bi agirê Baba Gurgur bisotin, ji ber ku Kerkûk ne wer pariyeke hesane, emê wan bifetisînin, em parastina her bostekê ji xaka pîroz a Kurdistanê bi erkê xwe dizanin û li Kurdistanê cih ji şevşevokan û terorîstan re nîne.

Bijî Kurd û Kurdistan

Bo şehîdan nemirî û serberzî

Rû reşî û neman bo terorîstan

Kosret Resûl Elî

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê

PUKmedia / Pukpb

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket