Kerkûk: Til El-Werd ji DAIŞ hate paqij kirin

kurdistani 07:06 PM - 2015-01-30
Kerkûk: Til El-Werd ji DAIŞ hate paqij kirin

Kerkûk: Til El-Werd ji DAIŞ hate paqij kirin

Hêzên pêmerge bi tev hêzên dij terorê li başûrê  Kerkûkê li gundê Til El-Werd bi armanca ji terorîstên DAIŞ rizgar bikin, operesyoneke berferh birêve birin û di encamê bi dehan terorîst kuştin û êrişa terorîstan a ser bi deverên başûrê Kerkûkê de têkşikandin.

Jêdereke ji nav hêzên pêşmerge ji PUKmedia yê re da xuya kirin ku; Îro piştî nîvro demijmêr 3:00 de hêzên pêşmerge û dij terorê  di encama operesyoneke berferh de, gundê Til El-Werd û gundên derdorê ji çeteyên DAIŞ paqij kirin, bêtirî 30 çete kuştin  û bi dehan birîndar kirin.

Jêderê da xuya kirin ku gelek laşê çeteyên DAIŞ ku hejmarek ji wan biyanî ye, di hêzên Pêşmerge de mane. 

Jêderê tekez li ser wê yekê kir ku hêzên pêşmerge û dij terorê bê bihna xwe vedin operesyona rizgarkirina gund û deverên cuda li başûrê Kerkûkê birêve dibin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket