Dr.Necmedîn: Em Kerkûkiyan dilniya dikin serkeftin dê diyardar be
kurdistani 06:26 PM - 2015-01-30Dr.Necmedîn: Em Kerkûkiyan dilniya dikin serkeftin dê diyardar be
Parêzgarê Kerkûkê Dr.Necmedîn Kerîm şehîbûna Fermandarê Lîwaa yekem a hêzên Pêşmerge Emîd Şêrgo Fetah û hejmarek ji pêşmergeyên qehreman berz nirxand.
Parêzgarê Kerkûkê Dr.Necmedîn Kerîm serokê komîta ewlekariyê li Parêzgehê îro înê 30 / 1 / 2015`e bi beyannameyekê ku wêneyek jê PUKmedia wergirt ragihand ku; Hêzên pêşmerge yên qehreman êrişên bajarê Kerkûkê, avadanên petrolê û enerjiyê li parêzgehê ku ji aliyên rêgehên Mekteb Xalid, Meyrem Beg û Til El-Werd ve ji duh êvarê û îro berbangê vehatine kirin têkşikandin.
Dr.Necmedîn da xuya kirin ku hêzên pêşmergeyên Kurdistanê sîngê xwe dan ber êrişan û bi xwîna xwe bergirî li Kerkûkê û hemû pêkhateyên Kerkûkê kirin, di encama şer û pevçûnan de Fermandarê Lîwaa Yek a hêzên Pêşmerge Şêrgo Fetah ê bi mêrxasî û qehremaniya xwe tê nas kirin û endamekî çalak bû di komîta ewlkariyê de şehîd bû, şehîd Şêrgo Fetah berya çend mehan dema dîsa birîndar bû, di şer de li pêş bû û ji bo molarên pêşmerge bilind bike , rêbertiya pêşmergeyan dikir, lê vîna xudayê mezin îro ew weku şehîd tevlî karwana şehîdên dilsoz ji xaka xwe re kir, ku em ji qehremanî û mêrxasiya wan hêz digrin û serfiraz dibin, îro bi xwîna şehîd û birîndarên me ji pêşmergeyên qehreman êriş û planên DAIŞ têkşikestin, em hemû Kerkûkiyan dilniya dikin, Kerkûk arame, birayên we yên qehreman êrişên terorîstan têkdan, bi dehan kuştin ew zelîl rev rev ji qada şer reviyan û laşên çekdarên xwe li pey xwe hêştin.
Di demekê de ku hêzên pêşmerge rûbirû li dijî êrişên DAIŞ li çeperan şer dikirin, çend terorîstan hewldan bi otombêlên bombebarkirî li bajarê Kerkûkê êriş bikin ser bi baragehên hêzên ewlekariyê û ketin oltêla Koşka Kerkûkê,lê hêzên asayêşê û polîs ew dorpêç kirin û her sê terorîstên êrişkar kuştin.
Ji aliyekî din ve Dr.Necmedîn ji ber ku bi lez bersiv dan banga piştgirî kirin li hêzên pêşmere di şerê li dijî DAIŞ de li çeperên başûrê Kerkûkê û çeperên DAIŞ bombarduman kirin spasî li hevpeymana navdewletî û her aliyê piştgirî da birêvebiriya Kerkûkê kir.
Dr.Necmedîn di dawî de xelkê Kerkûkê dilniya kir û da xuya kirin ku hêzên ewlekariyê, polîs, pêşmerge û asayîş dê herdem hişyar bin û ewlehiya Kerkûkê biparêzin û got; Dê serkeftina bi ser terorê de diyardar be.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 -
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24