Kosret Resûl serpereştiya şerê başûrê Kerkûkê dike

kurdistani 11:29 AM - 2015-01-30
Kosret Resûl serpereştiya şerê başûrê Kerkûkê dike

Kosret Resûl serpereştiya şerê başûrê Kerkûkê dike

Lîwaa 3  teybet a girêdayî cîgirê fermandarê giştî yên hêzên çekdar ên Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî ye, derbarê bûyerên îro înê 30 / 1 / 2015`e li başûrê Kerkûkê di encama êrişên rêxistina terorê DAIŞ de rûdan da xuyaniyek belav kir.

Eve deqa da xuyaniyê:

"Mixabin îro  bi berbangê re hêzên tarî û xêrnewaz êriş kirin ser bi başûrê Kerkûkê û çend dever deste ser kirin, lê hêzên pêşmerge bi dijwarî bersiv dan û karîn piştî nêzî demjimêr û nîvekê êrişan têk bişkîne..

Bi armanca bergirî li xaka Kerkûkê bike, cîgirê fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Herêma Kurdistanê Kosret Resûl serpereştiya Lîwaa 3 a teybet bi wî ve girêdayî kir û berê xwe da çeperên şerê li dijî DAIŞ li başûrê Kerkûkê, di encama şer û pevçûnan de şehîd û birîndarên me hene..her wiha bi dehan hatine kuştin û laşên wan di destê hêzên pêşmerge de ne.

Em ji vir..xelkê Kurdistanê û Kerkûkê ya xweragir dilniya dikin ku em niha û bi serperşetiya birêz Kosret Resûl Elî bi xwe bi hêzeke mezin,  li dijî hêzn tarî  şer dikin, em`ê ta dawî bergirî li xaka pîroz a Kurdistanê bikin û ti carî rê ne din ew tarîperest pêşve bên".

PUKmedia / Teybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket